|
Li Stockholmê festîvala piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr çêbû |
2017-09-17 12:27 |
|
Roja 16ê îlonê li paytextê Swêdê li Stockholmê xwepêşandana piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr çêbû. Bi hezaran kurd li meyadana mezın Medborgarplatsen kombûn, alayên Kurdistanê libakirin, govend gerandin, slogan û durûşên neteweyî qîrîyan. Di bernameya festîvalê de programeke çandî ya dewlemend hat pêşkêşkirin. Gelek hunermendên Kurd ên hezkirî bi stran û muzika kurdî coşeke mezin dan festîvalê. Festîvalê bi xwendina ’’ Ey reqîb’’ ji alî koroyeke jinan hat destpêkirin. Gotar û pîrozname hatin xwedin. Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê Soreş Qadir Rehem, li ser navê Komîteya HEVKARî-Swêd Alî Cuma, Serokê Federasyona Kurdan Keya İzol, parlamenterên swêdî gotar xwendin. Silavnama Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî hat xwendin û bi tezahurateke mezin hat pêşwazî kirin. Bi hezaran jin û mêr, zarok, kal û pîr têda beşdar bûbûn. Festival bi spasîkirina Serokê Federasyonê Keya İzol ji beşdaran re gihîşt dawî. Kurdên Swêdê bi beşdarîyeke bilin, bi coş û serfirazî piştgirîya xwe ji bona Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr ya roja 25ê ’ilonê nîşandan.
|
|
|
|