2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Kemal Burkay; SERKETİN Jİ BO GELÊ KURD E
2017-10-16 15:48


Hevalên delal,
Weki ji we ra jî eyan e, îşev Hukumeta Bexdayê a zordest û dagirker êrişek anî se Kerkûkê û derdora wê, bi destê leşkerê xwe û çeteyên Heştî Şabî yê ser bi Îranê.

Ji xwe Rêvebirîya Kurdistana Başûr jî li benda êrişeke han bû û ji çend rojan vir da gor xwe dedbîr distandin. Le mixabin xuya bû ku ev tedbîren hanê di hin aliyan da têrê ne kirin. Berî her tiştî hin hêzên nav YNK ku ne bi hukumeta Kurdistanê ra ne û guh nadin îrada gel ji bo serxwebûnê, ewana di rojeke hanî tarîxî da jî roleke xırab lîstin, di enîya şer da ber xwe nedan. Hin hêzên pêşmerge ku bi wan ra girêdayî bû, xuya ye şunda vekişînê û rê ji hêzên dijmin ra vekirine.

Eva bêbextiyeke mezin e li gel û welat. Bona vê yekê li ser riya Kerkûkê li Dûzê û dora Kerkûkê hin cî ketiye destê dijmin. Lê ne wekî hin xeberên şeş Kerkûk teslîmî dijmin ne bûye.
Peşmerge di senger da ye, bi mêranî şer dike û xelkê Kerkûkê jî tevî pêşmerge welatê xwe diparêze. Dijmin ji nuha va hatiye şikestin û qewirandin

Hevalno, di demeke han da di derheqa şer da xeberên şaş û derew pir in. Dijminên gelê Kurd û xayînen nav me –ku ew jî mixabin tim hene- derewan belav dikin, dibêjin pêşmerge revî, Kerkûk kete destê dijmin, filan fişmekan…

Vana di dema şerê DAÎŞê jî, bi taybetî li ser Şengalê gelek derewên usa belav kirin.

Bi van xeberên bê bingeh bawer nekin. Hîn destpêka şer e. Li dawî kî bi serkeve, kî winda bike wê xuya be. Ez bawer im vêcar jî gelê me yê Kurdistana Başûr bi serkeve, êrişgeran wê biqewirîne, bela wan bide û welatê xwe bi tevayî rizgar bike û Kurdistana Serbixwe bibe rastî û dinya jî nas bike.

Hevalno, welatperwerno, hûn xemgîn nebin û dijmin jî biia qet şanebin. Ez bawer im, vêcar serxketin ya gel û welatê me ye.
Herçî kesê me ku li parçên dinê dijî, bi taybetî Kurdên Ewrûpa, Emêrîka û welatên dinê, nesekinin, ji bo piştgiriya gelê me yê Kurdistana Başûr çalakiyan bikin, meş û civînan darxinin, dengê gelê me bidin bihîstin.

Serketin ji bo gelê Kurd!

Rûyê dijminan û xayînan bila reş be!

Kemal Burkay

16 Çiriya Pêşîn; 2017


Print