|
Protestoyên li dijî Îran û Iraqê berdevam ın |
2017-10-18 23:13 |
|
W. LICÎ / Paris
Kurdên li Fransê, îro (18.10.2017) li Parîsê, di seet 14 û 16an da ji bo protestokirina hêrişên dewletên Îran û Îraqê, li ber derîyê sefaretên van her du dewletên dagirker, kom bûn û bi axaftinên Fransî û Kurdî dagirkirina bajarê Kurdan Kirkûkê şermezar kirin.
Kurdên welatparêz ên ji çar alîyên Kurdistanê bi alayên Kurdistanê û bi pankart û dovîzên protestoyê beşdarî vê kombûnê bûn ku ji alîyê civata Kurd li Fransê hatibû organîzekirin. Jimareka zêde ji hêzên polês ên ewlekarîyê, di her du kombûnan da jî tedbîr girtin.
|
|
|
|