2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Banga hawarê bo piştgirîya başûrê Kurdistanê
2017-11-03 22:58


W. LICÎ/Parîs

Dîplomat, sîyasetvan û rojnamevanên Fransî yên dostên Kurdan, roja 2.11.2017, li Parîsê, bernameyeka piştgirîyê ji bo başûrê Kurdistanê amade kirin.

Bi pêşengîya wezîrê berê yê derva yê Fransê Bernard Kouchner, şaredara Parîsê Anne Hidalgo, SOS Racisme (rêxistina dij-nijadparêzî), Fondation France Libertés (Weqfa azadîyan-Fransa), ji ‘La règle du jeu’ sînemavan fîlozof Bernard-Henri Lévy, UEJF (Yekîtîya Xwendekarên Cihû), serekwezîrê berê yê Fransê wekîl Manuel Valls, rojnamevan Caroline Fourest, serekê Enstituya Kurdî ya Parisê Kendal Nezan, banga hawarê ji bo Yekîtîya Neteweyan, Yekîtîya Ewropê û raya giştî ya cîhanê belavkirin.

Hêz û partî û kesayetên Kurd ên welatparêz li Fransê jî destek dan vê xebatê.

Ji Kurdistana Başûr jî, yek ji fermandarên giştî yê artêşa Pêşmergeyan, Hejar Ismail tevlî bernamê bû û bi înglîzî agahîyên berfireh dan derbarê şer û rewşa dawîn a Kurdistanê da.

Bernameya ku tê da gelek senator, şaredar, wekîl û rojnamevan beşdar bûn, bi fîlma ‘şerê Mûsilê’ ku Bernard Lévy çêkirîye, dest pê kir. Fîlm rasterast di nava şerî da, hatîye kişandin û qaremanî û fîdakarîya Pêşmergeyên Kurd nîşan dide.

Hemî axaftvanan durûtîya dewletên mezin di warê pirsa Kurd û xasima bêdengîya wan di dagirkirina Kirkûk û dorberên wê şermezar kirin. Di banga hawarê da, daxwaz ji D.Y.A, Y.E û dewletên din tên kirin ji bo encama referanduma demokratîk û mafên rewa yên gelê Kurd bên naskirinû hêrişên îran û îraqê bidin rawestandin.




Print