2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Weşana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin
2017-11-27 14:17


Rojnmeya hefteyî BasNews ku bi du zmanan (Kurdî û Tirkî) û li Îstembolê dihate weşandin ji ber bûyerên dawî mecbûr ma weşana xwe da sekinandin. Em li jêrê nûçeya rojnamey BasNews derabarî vê bûyerê de diweşînin:



Dezgeha medyayî ya Bas: Weşana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin

BasNews – Ji ber pêşhatên nû yên ku di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de qewimîne, dezgeha medyayî ya Bas weşana heftenameya Bas li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dide sekinandin.
Serokê encumena rêveberiya dezgeha medyayî ya Bas, Botan Teshîn îro di gotarekê de, ku di hejmara nû ya Basê de hatiye belavkirin, ragihandiye, hejmara vê carê ya heftenameya Bas, ku her hefte bi kurdî (kurmancî) û tirkî li Stenbolê dihat çapkirin, hejmara dawî ye. Heftenameya Bas, ev çend sal bûn roja duşemiyê bi dest û keda gelek nivîskar û rojnamevanên jêhatî derdiket û digihîşt destê xwandevanên xwe.
Botan Tehsîn her wiha gotiye, dema dezgeha medyayî ya Bas biryar da beşek ji xebat û çalakiyên xwe veguhezîne Stenbolê, li Bakûrê Kurdistanê û bajarê Stebnolê vebûneka siyasî û çandî hebû. Bi destpêkirina “pêvajoya aştiyê” re şert û mercên baş pêk hatibûn. Têkiliyên Hewlêr û Enqerê di hemû waran de gelekî baş û berfireh bûn. Dosyeya kurd li Tirkiyê gelekî pêşde çûbû. Tevahiya van guhertin û pêşhatan bûn sebeba wê ku dezgeha Bas bikaribe bibe neynika qonaxeka dîrokî li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Herêma Kurdistanê.
Serokê encumena rêveberiya dezgeha medyayî ya Bas daye xuyakirin ku dezgeha Bas dê ji vir û şûnde foksa xwe bixe ser xebatên portal û BasNewsê, ku niha ji bo gelek navend û dezgehên cîhanî bûye çavkaniya deng û basên Herêma Kurdistanê.
Botan Tehsîn her wiha ragihandiye ku Basê kariye pireka netewî û kulturî ya gelek mezin di navbera Bakûr û Başûr de ava bike û gotiye, dema Basê li Bakûr û Tirkiyê dest bi xebatê kir rêjeya kesên ku me nas dikirin, gelekî kêm bûn. Lê niha gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr bi rêya Basê têkelî rojeva Başûr bûne û agahî û haydariya wan li bara bizava kulturî û siyasî ya Başûr gelekî zêde bûye. Ev, hemû destkeftên mezin in ku di paşerojê de dibin bingeha bizaveka civakî û kulturî, her gava ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê rûpelek nû vekirin dîsa ew piroje dê bi coşek mezin aktîf bibin.
Tehsîn di dawiyê de spasiya wê tîmê kiriye ku bi fedakariyek mezin nehîşt xebata Basê bisekine, gelek caran ji şev heta sibê kar kirin da ku heftenameya Bas di wextê de derkeve. Bi taybet jî spasiya edîtora giştî ya heftenameya Basê Hamiyet Çelebî kiriye ku gelekî ciddî karên xwe kiriye.
Botan Tehsîn spasiya xwedanê weşanxaneya Avesta, Ebdullah Keskîn jî kiriye ku hemû şiyana weşanxaneya xwe û pêwendiyên xwe xistiye xizmeta dezgeha medyayî ya Basê.

Print