2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Xwepeşandan li dijî rejîma Îranê
2018-01-05 10:48


BANGAWAZÎ

Çewa ku tê zanîn gelek bajar û bajarokên Iranê dijî rêveberîya dîktator ya dest bi xwîn û dirinde xwepêşandan têne meşandinê. Kêsên ku di van xwepêşandanan da cîh girtine, gelê Îranê yê ku êdî tehemula wan ji bo van kirinên rejîma xwînxwar nemaye ye. Ji destpêka çalakîyan hetanî îro nêzîkî 35 kes hatine kuştin, 400 kesan zêdetir hatine desteser kirin, gelek kes jî birîndar in. Bajarên Rojhilata Kurdistanê da jî xwepêşandan têne meşandinê. Şehîd û girtî li wan deveran jî hene.

Komîta Hevkarîya Partîyên Rojhilata Kurdistanê biryara xwepêşandanekê standîye. Her şeş partîyên Rojhilatî dixwazîn li bajarê Köln dengê xwe bilin bikin û piştgirîya xwe ji bo çalakvanên ku dijî dewleta terorist berxwedidin, eşkere bikin.

Ev banga ne tenê ji bo kurdên Rojhilata Kurdistanê ye. Di heman demê da, em jî wek HEVKARÎ Almanya bangî tevaya kesayetî, partî, rêxistinên sîvîl dikin. Werîn em bi vê xwepêşandanê va dengê xwe tevî dengê xûşk û birayên xwe yên ji Rojhilata Kurdistanê bikin û bêjin:

Bimire dewleta Terorê!

Bimire dewleta dagirker ya xwînxwar!

Bijî tekoşîna rewa ya gelê Kurd!

Gelî xûşk û birayan

Roj roja xîretê ye, li herçar perçên welatê me di bin agirê ku van dewletên dagirker li herçar perçên Kurdistanê geşkirinê, xwe ber germ dikin. Serê carê li ser perçekî zulmê me dikin. Îro Rojhilata welêt di nava xeterîyeke bêhempa da ye. Guh bidin vî dengê xûşk û birayên xwe yên Rojhilata Kurdistanê.

Em wek HEVKARÎ Almanya bangî tevaya welathizan, azadîhizan, mîrovhizan dikin! Werin em li bajarê Köln bi dengekî bilin va bala raya giştî ya elmanan bikişînin ser Iranê û rewşa gelê kurd, piştgirîya xwe nîşan bidin.

Adrêsa Xwepêşandanê: Köln – Rodolfplatz

Roj: Şemî, 06.01.2018

Demjimêr: ji 15:00 – 17:00

HEVKARÎ Almanya
Komîta ragîhandinê

Print