|
Li Frankfurtê ''Komîta Pişgrîya Efrin'' hat avakirin |
2018-01-25 19:28 |
|
Efrîn ne bi tenê ye Li Frankfurtê hin partî, rexistnên kurdî û kesên welatperwer, mîna birêz Aydin Ucar û birêz Xalid Mihemed roja 24.01.2018 di bin navê Komîta Pişgrîya Efrin civînêk li dar xistin. Komîte, ji bo pişgrîya Efrînê li dijî erîşên terorî yên rejîma Tirkîyê li ser Kurdistan û bitaybet bajarê Efrîn ku bûyê çend roj bombêbaran dikin û di ancamê de xelkên sivîl dibin qûrbanî, hat avakirin.
Di civînê de HAK-PAR Ludwigshafen, KOMKAR Ludwigshafen û HAK-PAR Frankfurt, KOMKAR Frankfurt, her wiha andamê meclisa HAK-PAR birêz Halit Kahraman jî beşdar bûn, da ku roja 27.01.2018 meşek li dijî rejîma tirkî li Frankfurt bê li darxistin û bê dengîya Ewrupayê li hember vê bê şermezarkirin.
Di encama civînê de li ser hin çalakîyan hat axaftin û biryarên jêrîn hatin stendin; -Meş wê di roja şemê 27.01.2018 demjimêr 01:00 de li navnîşan Hauptbahnhof, Frankfurt pêkbê. -Wê silogan û bilavok tenê bi zimanê Kurdî û Almanî bê hildan û belavkirin. -Axaftinên çalakîyê wê tenê bi zimanê Kurdî û Almanî bên kirin. SAVE AFRIN Dengê kurdistan-Frankfurt Berzan Brahîm
|
|
|
|