|
Kurdan li bajare München dengê xwe bilind kirin |
2018-01-27 23:47 |
|
Wek ku raya giştî jî agahdar e, dewleta dagirker Tirkîyê erîş bir ser Kürdistana rojava û bi taybetî bajarê Efrînê. Bi deh hezaran xelkê me ji ber êrişên dewleta dagirker dîsa perîşan û koçber bûn. Ji bona protesto kirina vê êrîşa ser Efrînê roja şemîyê 27.01.2018 li meydana Marienplatz seat 13.00 me komela KOMKAR e ya München xwepêşandanek amadekir . Xwepêşandan ji alîye rêxistin, rêxeravên Kurd û keseyetiyên Kurd hat piştgirîkirin. Bi jimareke mezin Kurdên München û dorberê München di vê çalakiya hanê da cîhe xwe girtin. Cîyê şanazîyê ye ku kurdên Muchenê bi girseyî beşdarî vê xwepêşandine bûn. Berpirsên KOMKAR München bi zimanê Almankî di axaftinên we da êrîşa hanê protesto kirin; daxwaz ji dewleta Almanya federal kirin ku piştgrîya leşkerî bona Tirkîyê bidin sekinandin. Çalakî bi avayek aştîyane qedîya.
Rênas Sütçü Dengê Kurdistan
|
|
|
|