2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: ” TEVKUJÎYA HELEPÇE, RÛPELEKE REŞE Dİ DÎROKA MİROVATÎYÊ DE”
2018-03-16 12:13


Li başûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe, roja 16 yê Adara sala 1988’an, bi tevkuştineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bar û bombeyên ket. Balafırên rejima faşist a Baasê bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê reşandin. Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kuştin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bûn û pênc hezar mal û avahî hatin hilweşandin û kawil kirin. Ev tevkûjî bi navê “Qetlîama Helepçe” kete dirokê.

Di ser re 30 sal derbasbû. Hê jî li Helepçe birînên bedena bi dehan kesî sax nebûye.

Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şerekî tund û dijwar dikir, di heman demê de jî, Kurdistan bombebaran dikir. Rejima faşist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bû. Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribû gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kuştin.Heşt (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin,bi dehan gund ji nexşeyan xera bûn,pênç (5) hezar mal hatin xera kirin. Kurdistan bi destê faşistan bû goristaneke mezin.

Sala 1988’an demek bû kû mirovayetî tevizî bû, bêdeng mabû.

Qetlîama Helepçê ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemû mirovayetîyê drameke mezin bû.

Rejima nîjatperest û dirinde bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek “carîye “ firotibû dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev wehşetek bêhempa bû.

Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî,di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujîyek mezin kiribû. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribûn û bi deh hezaran Kurd kuştibûn. Rejima Kemalist aTurk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî,dabû serbazan û pênasa wan winda kiribû.

Qedera wan keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “ Keçên Enfalê” her wekî hevin. Ev şerma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.

Pirsgireka Kurdan îro jî, li İran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewame. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome. Divê bête zanîn ku ev rê û şêwazên xwindar ne çare ne ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştîyane were çareserkirin.

Divê , ji iro û pê ve, baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.

Îro li herêma Rojhilata Navîn, li Iraq û Suriyê, li başûr û Rojavayê Kurdistanê li himberê êrişên dirindehî û hovîtiya DAİŞ a terorîst, hêzên şervanên Kurd bi mêrxasî li ber xwe didin. Tekoşîna şervanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdan e, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û şerefmendîya mirovayetîyê jî didin. Şervanên Kurd bi gernasî,jîyana gelên navçe jî diparêzin. Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurd kuştibûn û xwestibûn ku fermana Kurda ji navçe rakin.

Ev şanazîya gelê Kurde ku şervanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.

Ev yek dîyardeyek giring e ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.

Xûyaye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê aştî û ewlehîya navçene.

Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêpar in. Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewlet in û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.

Dîyar e ev zilm û zordestî ta ebed nameşe. Çare nîne zordestên navçe, rojekê her wekî Saddam Huseyn û Kimyasal Elî, wê werin ber dadigehê û wê hesabê kiryarên xwe yên qirêj, yek bi yek bidin. Çare nîne zordestî wê hilweşe.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, di serde û her wiha hemû tevkûjîyên dirinde bi tûndî şermezar dikin. Bi vê minasebetê em Halepçe careke din bibîr tînin.

Helepçe ji bîr neke û nede jibîr kirin.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPMENÎYÊ A
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN-HAK-PAR



Print