2018-12-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR Ankara İl Örgütü Newroz’u kutladı
2018-03-17 18:25


HAK-PAR Ankara İl Örgütü, üye ve basın mensuplarının katıldığı etkinlikle Newroz’u kutladı.

HAK-PAR’ın her türlü baskı ve engellemelere karşı yıllarca sürdürdüğü mücadelesini aynı kararlılıkla büyüteceği ifade edilen kutlamada, basın açıklaması okunup üyelerin Newroz hakkındaki konuşmaları ile devam etti.

HAK-PAR Genel Başkan Yardımcısı Hasan Şeşeoğulları tarafından okunan basın açıklaması :

Agirê Newrozê ji bo gelê me riya azadiyê ronahî dike

Ji roja 21ê Adarê ra merhaba, ku xeyalên gelê me yên azadîyê wek kulîlkên reng bi reng vedike.

Tu xêr hatî Newroz, ku bi agirên te dengê me ji bo azadî deşt û çiyan dadigire.

Em hêvî û daxwaz dikin ku îsal agirên Newrozê bibe îşareta serketina tevgera azadîyê, ku gelê me bi sedsalan e bê westan bi rêva dibe.

Hemû Kurdên serbilind li çar koşeyên dinyayê bi dil û can piştgirîya daxwaza Başûr ji bo serxwebûnê dikin.

Em hêvîdar in ku agirên Newrozê bibin mizgîniya serxwebûna Kurdistana Başûr.

Gelên Rojhilata Navîn li hisreta azadî, aramî û aşitîyê ne ji ber zulm û zordestiya dewletên zordest li herêmê, ku zulma wan ji ya Dehaqê Zalim ne kêmtir e.

Em dibêjin bile Newroz bibe wesîleya azadî, demokratî, aşitî û aramî.

Xûşk û birano, Newroza we Pîroz be!

Newroz cejna netewî ya Kurdan e.

Sersala me di 21ê Adarê da bi Newrozê dest pê dike.

Newroz roja jîndarbûna jiyanê ji nu va û destpêka biharê ye.

Kurdan Newroz li efsaneyan pêçan û heya îro anîn; navnîşana wê ya esasî azadî ye.

Ji ber ku Kurdan wê rojê di pêşengiya Kawayê Hesinker da kom bûn û dawiya sazûmana zordest anîn.

Li çarkoşeyê welat agir dadan û mizgînîya azadîyê bi van agiran dan bihîstin.

Ne tenê Kurdan, hemû gelên din jî azad bûn, ku di bin zulma Dehaqê zalim da dinaliyan.

Ew roj 21ê Adarê ye.

Ew roj Newroz e.

Ew roj bo hemû bindest û rebanan cejn e.

Dîsa ew roj, roja ku Împaratoriya Aşûr a despot ku bi destê bav û kalê me Kurdan, bi destê Medan hat ruxandin di sala 612 da Berî Zayînê, ew roj e.

Di demên borî da jî zalim tim ji Newrozê aciz bûn, tirsîn.

Tim ew qedexe kirin û xwestin bi xwînxwarî agirên Newrozê bitemirînin.

Dema ew ji destê wan nehat, vêcar cêribandin ku mesaja wê ya ji bo yekitî, piştgirî û berxwedanê ji bo azadiya bindestan biguhurin, bê mane bikin.

Hewl dan ku wan rengên Kurdî, yên dijî zulmê û bo azadîyê jê derînin û Newrozê bikin tenê cejna biharê.

Lê dîsa jî agirê Newrozê tim dilê me germ kir û tirs berda dilê zaliman. İro jî usa ne.

Bi mîlyonan Kurdên ku îro li Kurdistana Bakur û li bajarên Navîn û Rojavayê Tirkiyê dijîn, di van rojana da agirên Newrozê dadidin, mil bi mil daxwazên xwe bilind dikin.

Aşitî dixwazin.

Aramî dixwazin.

Wek milletekî mafên xwe yên bingehîn dixwazin; mafên çarenûsî, yên çandî û her wekî din…

Em dixwazin Kurdî bibe zmanê perwerde û zmanê fermî.

Em azadî û demokrasî dixwazin.

Bijî Newroz!

Bijî azadî!

17.03.2018
Print