2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Newroz li bajarê Munîhê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
2018-03-27 00:37

Newroz li bajarê Munîhê bi amadekarîya KOMKAR-Munîhê û bi piştgirîya HAK-PAR, PDK û PDK-S hat pîrozkirin.
Cejna Newrozê piştî xwendina ’’Ey Reqîb’’ û rêzgirtina şehîdan dest pêkir. Piştre serokê giştî yê KOMKARê Rohat GERAN axaftinek pêşkêşkir. Di gotara xwe da, Geran li ser rewşa koçberan û têkoşîna gelê Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê dîtinên xwe pêşkêşkir.
Yek ji beşdarên şahîya Newrozê, endama CSU ya meclisa beledîya Munîhê xanim Marian Hoffman jî gotarek pêşkêşkir. Rêzdar Hoffmanê, di gotara xwe de qala têkoşîna rewa ya Gelê kurd û şerê pêşmerge ê qehreman li hember ÎŞÎDê kir û got; ’’Kurd li Almanya Federal beşek ji civata me ne. Ew xelqê vî welatî ne jî. Pirsên wan pirsên me hemûyan e. Bila em hemû baş zanibin.’’
Cigirên Serokê Giştî ê HAK-PARê, birêz Av.Abdulmenaf Kiran û Cafer Stêrk, herweha endamên Meclîsa HAK-PARê birêz Zekî Çîçek û birêz Halît Kahraman jî beşdarên şeva Newrozê bûn. Kiran gotarek pêşkêşkir. Wî li ser rewşa Kurdistana Bakur, rewşa siyasî dîtinên xwe gotin û bi taybetî behsa xebata partîya xwe kir. Kiran di axaftina xwe de got; HAK-PAR bi siyaseta xwe ya dûrbîn û realist roj bi roj di nav gel da cîyê xwe dibîne, sazîyên nû avadike, ew êdî stêrkeka geş e, amûreke xurt e di destê gelê me da’’.
Herweha li ser navê PDK û Komîteya Newrozê birêz Agîd Nerweî axaftineke bi coş hêzdarî pêşkêşkir. Endamê Rêvebirîya Navendî ya KOMKARê birêz Hasan Aksoy jî di şevahenga Munîhê de beşdar bû.
Di bernameya çandî a şevê de hozanê navdar ê Gelê Kurd Şivan PERWER, Hozan Fatê, Ferhan Şero, bi stranên dîlanê û kilamên kalsîk ên kurdî geh gudarên xwe coş û dilşad kirin, geh ew ew xistin nav ramanên hesretkişandinê û xemgînîyê. Di dawîya şevê de herkes bi dilxweşî salona cejnê terk kirin.
Di axaftina qedandinê de, serwerekî KOMKAR-Munîhê, spasî û şanazîya komela xwe ragihand bo endamên komeleyên KOMKARê li bajarên nêzîk ku wan di vê çalakîyê de ked û piştgirî dane KOMKAR-Munîhê.

Nurcan S./Dengê Kurdistan/Munîh





Print