|
Sipasname |
2018-05-14 23:55 |
|
Wek ku raya giştî jî şopand, li gelek welat û 13 metropolên Ewropayê, derên ku Kurd lê gelek hene, rêze konferansên nasandina Weqfa Rîya Azadî û imzekirina pirtûkan hatin çêkirin. Ji rêze konferansan ya dawî roja yekşemê, 13 Gulan 2018 , li paytextê Danîmarkayê Kopenhagenê hat çêkirin.
Em bi dilxweşî dikarin bêjin ku ev Konferansên dîrokî bûn û bi her awayî berhemdar û serkeftî bûn.
Em, di pêkanîn û serkeftina van konferansan de sipasîya xwe serî de pêşkêşî serokê Weqfa Rîya Azadî birêz Kemal Burkay ku bi performanseke bilind wek axifevan beşdar bû, herweha hemû alîgir û dilxwazên kevin û yên nû yên Rîya Azadî; Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê KOMKARê, herweha rêvebir û endamên Komeleya Piştgirîya HAK-PARê li Ewropa; xebatkarên malpera Dengê Kurdistan, xasima heval Selim ku di amadekirina afîşan de alîkarîyeke mezin nîşanda û bi sedan kesên niştimanperwer ên ku em nikarin navê hemûyan li vir bidin. Spas ji hemûyan re, sipas ji bo desteg û piştgirîya we ya maddî û manewî.
Li ser navê Komîteya Amadekar ya Konferansan;
Adnan Sütçü, endamê komîteya rêvebir a Komeleya Piştgirîya HAK-PARê li Ewropa,
Mehmet Alî Doğan, serokê KOMKAR-Munîh
|
|
|
|