2018-07-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PARê namzetên xwe yên serbixwe li Amedê dan naskirin
2018-05-29 03:32


Partîya Maf û Azadîyan -HAK-PARê îro (28 Gulan 2018)li Dîyarbekirê pênc namzetên xwe yên serbixwe dan naskirin û bi vî awayî xebata dengdana 24ê Hezîranê dest pê kir.
Civîna nasandina namzetan, ji alîyê medya TV û rojnameyan ve hat şopandin.
Wek tê zanîn, sedemê ku HAK-PAR bi xwe wek partî li temamîya Kurdistanê û Tirkîyê beşdar nabe, tenê li pênc bajarên Kurdistanê berendamên serbixwe nîşandide ew e ku: bi biryareke nişkêve tarîxa çêkirina hilbijartinan hat pêşxistin û mecalê beşdarîya HAK-PARê jê hat stendin. Teşkîlatên wê yên dewra buhîrî nehatin qebûlkirin, divîyabû ji nû ve çêkirî û amadebûna; bi kêmanî 41 wîlayet û ji 1/3 qezayên wan de avakirina ew qas teşkîlat, di wextekî kin da ne mumkun bû. Loma HAK-PARê, ji bo ku bi temamî li derveyî prosesa hilbijartinan nemîne li bajarên Diyarbekir, Dêrsim, Agirî, Mêrdîn û Wanê berendamên xwe destnîşankir.
Cih û kesên ku wek berendamên wekîltîya gel (parlamenter) hatin destnîşankirin ev in:

Dîyarbekir: Refik Karakoç (Serokê Giştî yê HAK-PAR)
Mêrdîn: Süleyman Kart
Wan: Abdulmenaf Kiran
Agirî: Fehmi Atmaca
Dêrsim: Hüseyin Özdemir

Her pênc berendaman xwe dan naskirin û bi çi armancê beşdarîya dengdana 24ê Hezîranê dibin anîn zimên. Her pêncan jî dan xuyakirin ku partîyeke ku pirs û daxwazên gelê Kurd û Kurdistanê bîne meydanê, çareserîyan bibîne tune. Loma qet nebe serbixwe beşdar bin û bibin dengê gelê Kurd. Wan ji gelê Kurdistanê daxwaz kirin ku di hilbijartinan de deng bidin wan.

VİDEO YA CİVÎNA NASANDİNA BERENDAMÊN SERBİXWE YÊN HAK-PARÊ:

https://www.facebook.com/turanarin.il/videos/1566824470111292/?hc_ref=ARTUO1CUCXNUfDndBlJ5IDkSqazAskmQXfOKQy9m3NVBuhuqdLJ2UwHn4QNq6Okbq00

Print