2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komcivîna yekemîn a Weqfa Riya Azadî çêbû
2018-07-29 18:17


Kemal Burkay: ’’Weqfa Riya Azadî’’ saziyeke sivîl ê civakî ye’’

Weqfa Riya Azadî Komcivîna xwe ya adetî ya yekemîn di roja 28ê Tebaxê de li Enqerê li Otêla Alba çêkir.



Komcivînê bi rêzgirtina şehîdên azadîyê dest pê kir. Ji bo dîwana rêvebirina komcivîne, wek serokê dîwanê Siraceddîn Sarı, wek katib Sedat Karakaş û Sultan Söylemez hatin hilbijartin.

Di komcivînê de, bilî endamên weqfê, Serokê giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç û ji derveyî welat gelek mêvan û dilxwazên Weqfê amade bûn.

Serokê weqfê Kemal Burkay, derbarî weqfê, kar û barên wê de, bi zimanê kurdî û tirkî axaftineke kurt kir. Burkay got ku weqif li ser mîratê têkoşîneke 40 salî ya bi rûmet bilind dibe, armanca wan ew e, ku vê mîrazê biparêzên, wê pêşda bibin. Di berdewamiya axaftina xwe de weha got:



Weqfa me, sala par di 22ê Tîrmehê de hat damezrandin. Di ser re salek derbas bû. Derbarî kar û barên dewra derbasbûyî de, raporên xebatê û aborîyê ji alî hevalan ve wê bê pêşkêşkirin.

Ez wek serokê rêvebiriya weqfê dixwazim bi kurtî careke din li ser erk û armancên weqfê qise bikim.

Yek ji armancên sereke yên weqfa me ew e ku, kar û xebatên li ser zimanê Kurdî, li ser çanda kurdî bike. Mîratên kevin biparêze, li ser wê mîratê tiştên nû avake û dewlemendtir bike. Wek karên weşanê, konferans û hw.d. pêk bîne; ursên ziman veke, bursan bide ciwanên me yên ku di warê ziman û çanda Kurdî de xwe perwerde dikin.

Burkay derbarî kar û xebatên weqfê yên salekê de de bi kurtî agadarî dan. Behsa pirtûkên çapkirî, civînê îmzekirina pirtûkan li 13 metropolên Ewropayê, ku di eynî wextê de konferansên nasandina weqfê bûn kir.

Burkay li ser armancên weqfê yên cuda jî sekinî. Got ku di hemû warên xebatê de peydakirina profesyonalîyê armanc e bo wan. Wi got em hîna li destpêkê ne, em pê bawer in ku di salên pêşde hecma xebat û berhemên weqfê wê mezin be.



Burkay, bi taybetî dest nîşan kir ku, Weqfa Riya Azadî saziyeke sivîl û civakî ye, ew li alîyekî piştgirî dide xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat bi riyên aştîyane, alîyekî jî di warê çandî de, di warê alîkariya civakî de kar û xebatan dike, her wisa ji bo bidestxistina mafên demokratîk dê hewl bide.

Di dawîya komcivînê de hin pêşniyaz hatin pêşkêşkirin û biryarên nû hatin stendin. Civîn bi awayekî serkevtî gihîşt dawî.




Print