2018-12-17
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç PDK û Mesûd Barzanî pîrozkir
2018-08-16 20:22


Serokê giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç, ji bo 72. salîya damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rojbûna Mesud Barzanî mesaja pîrozbahiyê şand. Mesaja Karakoç weha ye:

Serokê Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî;

Wek endamek qedirbilind di nav berjewendiya azadiya Kurdistanê de, kû di her têkoşîna Kurdî cîh girtiye bi hêviya çarekirina rewşên nemimkûn, gihiştiye 72 saliya xwe.

Te bi qîmetdayina xwe li têkoşîna azadiya Kurdistanê bîranînên giranbuha da gelê Kurd. Te bi rola xwe di berjewendiya serxwebûna Kurdistana başûr de dilê gelê Kurd geş kir u cîhe xwe carekî din girt.

Êdî, her Kurd di rêya rizgarkirina niştiman, wê di şopên kû te nişan da bimeşe da ku em bigihêjin armanca serbixwe. Heta Kurdistan hebe, wê ji te îlham bê hildan.

Her hebî.

Bi navê xwe û partiya xwe jiyanek dûr û dirêj ji bo te daxwaz dikim.

16.08.2018

Partiya Maf û Azadiyan
HAK-PAR
Serokê Giştî
Refik KARAKOÇ

*****

Ji bo navenda PDK

16 meha tebaxe sala 1946 an heta nuha 72 sal partîya we bê westan ji bo Tekoșîna Azadiya Welat xebat kir. Di wan salên êș, azar, fedakarî, qehremanî û serketinan we nîșanê me da. Ji ber vê yeke KDP yê pîroz dikin.

Di rehberiya Mela Mistefaye nemir yên alîye sîyasî, wêrekî û bawerîyek xurt va da Kurdan gîhande șêmîka serxwebûnê. Ew welat ku parçe parçe bûyi, di bin zulmên dagîrkeran da tenê mayî, ew gele ku

di rojhilata navîn da bêkes mayî ra, Partî pêșengî kir. Em çiqas pesnê bidin têrê nake.

Kurdistan Federe ya Bașûr serbilindi û umûda me hemûyane ku di serwerîya KDP yê pêkhatîye. Ew di gelek waran da piștgirî û alîkarîya tekoșîna parçên dî jî kiriye.

Em bawerin ku bi dorpêçkirina rejîmên hovan û pir caran pêșberê îxanetên nav xwe da jî mayîn Kurdistana Bașûr bi pêșengîya Partîya we va wê bighîje Serxwebûnê. Bêșik hîmdare serketinê jî wê Partîya we be.

Bi navê Partîya Maf û Azadîyê 72 salîya we pîroz dikin û serketinan dixwazin.

16.08.2018

Partiya Maf û Azadiyan
HAK-PAR
Serokê Giştî
Refik KARAKOÇ







Print