2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: DIVÊ DEWLET ÊDÎ HEMÛ SÛC Û SÛCDARAN AŞKERE BIKE
2018-08-18 11:15


HAK-PAR ligel Dayikên Şemiyê ye û piştgiriyê dide wan.
DIVÊ DEWLET ÊDÎ HEMÛ SÛC Û SÛCDARAN AŞKERE BIKE


Li Tirkiyê bi sedan dayikên ku zarok an jî xizmên wan di dema binçavkirinê de hatine kuştin, her hefte rojên şemîyan li Galatasaraya Stenbolê kom dibin û pirsa zarokên xwe dikin ka çi bi serê wan hatîye. Ew li pey şopeke zarokên xwe dengê xwe derdixin. Lê midexale û zordariyên ku li wan tê kirin her car rûyê reş ê Tirkiyeyê nîşanî dinyayê dide. Ev kombûnên han 700 hefte ne didomin.

Hin caran rêvebirên dewletê ji hêzên “ewlehiyê” re dibêjin binçavkirina wan kesan “temînata dewletê” ye. Bi vî awayî wana teşwîqî kuştin û qetilkirinê dikin.

Her wiha cenazeyên kuştîyan teslîmî malbatan nakin, derbarê wan de tu agahî nadin, û mezelên wan jî nîşan nadin.

Dewlet bi vî awayî rûyê xwe yê hovane nîşan dide û her roj jî zêdetir zilmkar dibe.

Divê dewlet nebe çete, li gorî hiqûqê tevbigere.

Mirov bê sûc û sedem tên binçavkirin, kuştin, mezelên wan tê veşartin… Ev kevneşopiyeke kevn e û rayedarên dewletê jî ser wan dinixumînin. Ev helwesta hanê dewletê teşwîqî sûc dike û kuştinana hevwelatiyan dike tiştekî “asayî”.

Mixabin Tirkiye hêj nebûye dewleteke demokratîk, pirsgirêkên xwe yên sereke çareser nekirine. Li dewletên wekî Tirkiyê mafên mirovan pir caran tên binpêkirin û ev êdî dibe tiştekî ji rêzê.

Heta ku dewlet sûcên xwe qebûl neke, ew ê dubare bibin.

Di salên 90-î de dewlet wekî çeteyekê kesên hatine binçavkirin dikûşt û digotin kujer ne diyar e. Bi vî awayî tirs û xofeke mezin dixistin nav civakê.

Gotina Serokkomarê 9.emîn Suleyman Demîrel; “heke hewce be, dewlet dikare bike.” nîşan dide ku ev kevneşopiya qirêj ji aliyê pir kesan ve wek tiştekî normal hatiye qebûlkirin.

Ji bo ku ev kevneşopiya qirêj bi dawî bibe, divê dewlet hemû sûcên xwe yên berê qebûl bike û edaletê pêk bîne.

Di 25ê Tebaxa 2018 de, ’’dayikên şemiyê’’ yên ku hêviyên xwe wenda nekirine, wê cara 700-emîn hesabê zarokên xwe bipirsin. Ligel vê yekê jî bang li rêvebirên dewletê bikin daku rastiyan qebûl bikin û edaletê pêk bînin.

Dayikên Şemiyê ji sala 1995-an û vir ve, her roja şemiyê dibêjin; “Kujer diyar in, xizmên me li ku derê ne?”. Lê dewlet li hemebrî pirsa wan bêdeng e.

Di nav 25 salan de gelek hikûmet guherîn, lê rastî zelal nebûn, edalet nehate vî welatî.

Dewletê ne sûcên xwe hilda ser xwe, ne hewl da ku edaletê pêk bîne.

Berevajî vê yekê; wana jî ser sûcan nixumandin, sûcdar veşartin..

Tu hikûmet gorrên wan kesên ku hatine qetilkirin nîşanî dayikan nedan û serde li pişt kiryarên qirêj sekinîn.

Hikumetên ku ev kuştin zelal nekirin, derbarî wan de tu agahî nedan , hestiyên zarokan teslîmî malbatan nekirin, gorrekê ku dayik li ser dua bikin nîşanî wan nedan. Ew hemû jî bi van kiryarên xwe ve sûcdar û qirêj in.

Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bang li rayedaran dikin ku wan kesên wendakirî bibînin, derbarî wan de agadarî bidin, edaletê bi cih bînin.

Em careke din piştgirîya xwe ji bo çalakîya ‘’’Dayîkên Şemîyê’’ nîşan didin. Em ê hertim li pişt wan bin.

Berpirsiyara şaxên jinan
û cigira Serokê Giştî ê PARTIYA MAF Û AZADIYAN
HAK-PAR
Sultan Söylemez




Print