2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Efrînê Grûpên çekdar gora Dr. Nûrî Dêrsimî şikandin
2018-08-26 17:12


K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve destdirêjiyê li ser gorên kesayetiyê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî dikin û wan goran şikandin.

Çalakvanên ji Efrînê wêneyên gora kesayetiyê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî ji K24ê re birê kirin û dan zanîn, ji pêr ve gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatine dizîn û şikandin.

Dan zanîn jî, çekdaran hemû kelûpelên di mezara Henan û mizgefta wê de jî dizîne û piştre jî ew mezar wêran kirine.

Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ku di sala 1894an de li Dêrsima Bakurê Kurdistanê jidayik bûye û di sala 1937 yê koçî Heleba Sûriyê kiribû di sala 1973an de koça dawiyê kir. Dr. Nûrî Dêrsimî berî mirina xwe gora xwe li Mezara Henan a li Efrînê kolabû û wesiyet kiribû li wir bi xakê bê spartin.



Di sala 1991an jî hevjîna wî Ferîda Dêrsimî koça dawiyê kir û li kêlek hevjînê xwe Dr. Nûrî Dêrsimî li Mezara Henan bi xakê hat spartin.

Mezara Henan ku tê de mizgeftek û gora kesayetiyê Kurd Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî heye, navdartirîn mezara Efrînê ye û cihekî wê ya taybet li cem Efrîniyan heye. Li tenişt mezarê jî goristaneke mezin heye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirine, gelek cih û şûnwarên dîrokî û olî wêran kirine, bi taybet cih û şûnwarên olî yên Êzidî û Xiristiyanî.
Print