2018-12-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê Giştî yê berê ê HAK-PAR ê Fehmî Demîr li ser gora xwe hat bîranîn
2018-11-04 17:27


Roja 03.11.2018, komek ji rêvebir û endamên HAK-PAR ê û kesên malbatê li ser gora Fehmî Demîr kombûn û ji navenda bajêr heta goristanê meşîyan.

Gora Fehmî Demir û birayê wî, têkoşer û şehîdekî doza azadîyê Yılmaz Demir bi gulan hatin xemilandin. Li vir, li ser jîyan û xebata Fehmî Demir gotar hatin xwendin.

Bi yadkirina Fehmî Demir re, birayê wî Yilmaz ê ku di sala 1984’an de ji bo protestokirina zilma rejima eskeri ya faşist, li zindana Diyarbekirê canê xwe fedakiribû, hat yadkirin.

Herweha li Qerejdaxê gora xebatkar û emekdarekî rîya azadîyê ê bi rûmet ê din Mustafa Taşçı, bi gulên qerenfîl hatin hatin xemilandin.

Ji rêvebirîya navendi ya HAK-PARê Arif Sevinç, Latif Epözdemir û Necatî Bayram derbarî jiyan û xebata van hersê hevrêyên xwe de axifîn, Med Reşyanê jî li li ser Fehmî Demîr helbesteke hestiyar xwend. Beşdaran gotin ku meşaleya azadîyê ya ku Fehmî Demîr, Yilmaz Demîr û Mustafa Taşçı teslîmî me kiriye ewê herdem geş vêkeve. Em we ji bîr nakin, doza we berdewam dike.

Bi vî avayî Fehmî Demîr, Yilmaz Demîr û Mustafa Taşçı careke din hatin yadkirin.



Print