2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Kongreya 14. A Weqfa Çand û Lêkolîna Kurd (KURD-KAV)
2019-05-13 19:11


Kongreya 14. mîn a Kurd-Kav’ê, roja 12’yê Gulanê, li Stembol, li navenda Weqfê pêk hat. Di kongrê de nêzîkê 50 kes beşdar bun. Kongre bi yad û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pêkir. Wek rêveber ji bo diwana kongrê Mehmet Celal BAYKARA (serok), Özgür BASUT ( yarîder) Û Kasım KILIÇKAP (yarîder) hatin bijartin.

Serokê dîwana kongreyê M. Celal Baykara, di destpêka pêşkêş kirina kongreya Weqfê de, li ser giringîya weqfê sekinî û got:”Kurd-Kav yekem rêxistina Kurd e ku bi fermî ji alîy3e dadigeha Turk ve bi navê “KURD” hatîye pejirandin. Ev ji bo Kurdên bakur destkevtîyekî gelek mazin û hêja ye. Lewraye divê em Kurd-Kav’ê baş biparêzin, lê xwedî derkevin û bikin bingeheke netewî a Kurd. Her endam û avakarê Veqfê wekî xwedîmalê weqfê ye. Di başî û nebaşîya Weqfê de, hevpar e. ”

Li ser navê HAK-PAR’ê Endamê Meclîsa HAK-PAR’Ê Latif EPÖZDEMİR axaftinek kir. EPÖZDEMİR di axaftina xwe de, bal kêşande ser girngî û hewcedarîya sazgeh, dem û dezge, rêxistin û insîyatîvên sivîl, medenî û şaristanî yên netewî. Her wiha EPÖZDEMİR di berdewam di axaftina xwe de, li ser sîyaseta karîger a Turk, a li himber tevgera Kurd û Kurdistanê sekini û wiha got. ” Siyaseta hakim a Milli a Turk, li ser yekayetî, ango Turkayetî hatîye ava kirin. Lewraye ku Kurd her tim ji bo sistema Turk wek xeterek hatine pejirandin. Hebuna Kurda buye feraseteke xemrevîn ji bo sistema tek a Turk. Ev sitem bi hemu hêz û karîna xwe ve, nehiştîye Ku kurd bigêjin mafê xwe yên milli û demokratîk. Dema pirsa Kurdî hatîye holê rayedarên Turk nakokî û rexnebarîyên di navbera xwe de beralî kirine û bi yekdengî li dijê Kurdan sistema Tekane a Turk parastine. “

Latif EPÖZDEMİR berdewam di axaftina xwe de balkêşande ser pirsa “ mafê perdegarîya bi zimanê dayîk” û wiha got: “Sistema karîger a Turk, li ser Turkayetîyê hatîye ava kirin. Ew “Tek” û “Milli” ye. Fereseta Turk ji “tek” bunê Turk, ji “milli” bunê jî, tengnezerî û nîjatparêzîyê xulqandîye. Li hemu dinyayê çarelêkirina pirs û pirsgirekên zimanan ne bi şêwazên sîyasî, lê bi ray û rêyên civakî û şaristehî û çandinî têne nirxandin. Lê sistema Turk pirsa “perwerdeya bi zimanê Kurdî” ji bo xwe hay û sedemeke xeter dibîne û vî mafê serekeyê mirovatîyê, ango “mafê perwerdegarîya bi zimanê dayîkê”nade milletê Kurd. Lewra eger vî mafî bide Kurdan, wê ew sîstema damezrêner a Tekayetî hilweşe. Wê demê wê pirdengî, piralî û pirrengî were gengeşekirin û bivê nevê wê sîstem sazîya Turkîyê hewcedarê ji nuve avabuyinek pirali bibe. Tê dîtin ku Turk bi biryarên bêgengeşî, liş himber vî maf3e rewayê Kurdanin. ”

Her wiha di Kongrê de yek ji damêzrênerê Weqfê, birêz M. Emin BAYBAŞ ji axaftinek kir û liser yekîtîya Kurdan û hevkarîya r3existinên Kurd sekîni.
Piştî axaftinên beşdaran desteya rêveber a KURD-KAV’ê ji nuve hate bijartin. Li gor vê desteya rêveber jibo dema pêş ev Kesin:
1-Abdurrahim DELİ, 2-A. Latif EPÖZDEMİR, 3-Mustafa AYTAŞ, 4-Semra Arcan GÖKÇEN, 5-Fisun Parlak KILIÇKAP, 6-Faruk Dure, 7-Mithat Atılgan, 8-Behçet EPÖZDEMİR, 9-H. Cihan BAYKARA, 10-Nihat BAYRAK, 11-Mehmet ÖLÇER.

Desteya rêveber a nû ya KURD-KAV’ê paşî, civîya û wek Serokê giştîyê Weqfê Abdurrahim DELİ bijart.



Print