2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Ji bo bîranîna 30 salîya şehadeta rêber û şehîdê nemir rêzdar Dr. Qasimlo
2019-07-10 21:31


Husoyê Emîn
Dengê Kurdistan / Brüssell


Duh 09.07.2019"an da, li ser bangawazî û amadekirina Hizbî Demokratî Îranê li paytexta Yekitîya Ewrupa li bajarê Brüssell"ê meş û çalakîyên bîranîn û rureşkirina qetla qetla Rêber û Şehîdê nemir û rêzdar Dr. Qasimlo hatin pêkanîn. Her çiqas rojek kar û navbera heftêda bu jî hezaran rêhevalen Qasimlo, welatparêz, niştimanperwer, rewşenbîr, ronakbîr û dost beşdarî xwepêşandanan bun.

Slogan, bang û awazên yekitî, aşitî, azadî û serxwebuna Kurd û Kurdistanê kolan û sukên Brüssell"ê dagirtibun û dilerizandin. Tiştê herî herî balkêş û şanazî Kurdên hemu beî û herêmên welêt mil bi mil, dil bi dil di gel hev dimeşîyan.

Evjî dide xuyakirin Qasimlo bi remza rêberîya xwe ya; Niştimanperwerî, Welatperwerî û sîyaseta xwe ya hemdem û aştîxaze a bi ahengekî sîyaseta navnetewî Kurdên hemu beşan û Ewrupîyan dabu qebul kirin. Ne usabîya bawerim piştî 30 sali demek kurt u rojek xebatê ya nav hefteyîda, li Kolanên Ewrupêda ewqas rêheval, Niştimanperwer û Welatperwer ji her der û deverên Ewrupê û Kurdistanê nekaribuya bi ruhekî netewî bihata ba hev. Ev granîya sîyaset û Rêberîya Rêzdar Dr.Qasimlo dide xuyakirin.

Di gel vê beşdarîya kelecoş, gelek Partî, rêxistin û dezgahên sîyasî, Sîyasetmedar û Kesayetên rêberjî Brusk û peyamên piştgirîyên xwe dîyarkiribun. Di nav wanadan yek jî Sîyasetmedar û Serokê Weqfa Rîya Azadî brêz Kemal Burkay bu. Gor agahîyên min; Burkay di vi vê payama xweda; Xemgînya xwe ya li hemberî şehidkirina Dr.Qasimlo û daxwaza serketina çalakîyan ji Hizbî Demokrat û Komîteya amadekar ra xwestibu.

Çalakî di gel hinek kêmasîyên teknîkî û organizasyonên agahdarî, gelek bi serketî, bi rêk û pêk û kelecoş rêvaçu.


Print