2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
SEREDANA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ LI FRANSÊ
2019-07-14 01:59


W.LICÎ/Paris

Bi vexwendina fermî ya Komara Fransê, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan BARZANÎ roja 10ê Tîrmeha 2019an, seredana serokê Fransê Emmanuel MACRON li koşka Elyséeyê kir.

Hevdîtin li gor daxwîyanîyên şandeya herêma Kurdistanê pir bi erênî derbas bûne û di vê seredana fermî da, dewleta Fransê piştgirîya xwe bo herêma Kurdistanê dîyar kirîye.

Roja 12ê Tîrmeha 2019an jî, pêşwazîyeka germ li li nûnerayetîya herêma Kurdistanê li Parîsê hat organîzekirin. Bi vexwendina nûnerayetîya herêma Kurdistanê li Fransê, Kurdistanîyên ku li Fransê dijîn, beşdarê resepsyonekê bûn ku jibo Nêçîrvan BARZANÎ hatibû amadekirin.

Di vê bernameyê da serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan BARZANÎ li mêvanan silav kir, di warê seredanê da hin agahî dan. Wî got, hevdîtinên wan bi serokê Fransê E.Macron ra gelekî baş derbasbûne, spasîyên xwe ji dewleta Fransê ra pêşkêş kir ku piştî referandûmê jî, wê piştgirîya gelê Kurdistanê kirîye.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi dilnizmî bi hemî beşdaran ra peyivî û bi xweşhalî, guhdarîya fikrên wan kir.

Hêja Zîya ACAR û nûnerê komîteya HAK-PAR li Fransê M. Alî AKAGUNDUZ jî tevlî resepsyonê bûn û xerhatina serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan BARZANÎ kirin.



Print