|
Jİ BO Çİ MİSTEFA SELÎMÎ TESLÎMÎ ÎRANÊ KİRİN? |
2020-04-13 11:32 |
|
Bi rojan e di medyayê da tê nivîsandin: Siyasetmedarê Kurd Mistafa Selîmî, ji hepsa rejîma xûnxwar ya Îranê reviya bû û xwe avêtîbû Kurdistana Başûr. Selîmî pêşmergeyekî Kurdên Rojhilat bû, her usa jî nivîskar bû. 17 sal di hepsa İranê da ma bû û vê dawîyê ji hepsê reviya bû.
Lê li Pencwînê, asayîşa Yekitî Niştimanî Kurdistan ew girt û cardin teslîmî İranê kir. Îranê jî di dest da ew kuşt.
Bi rastî di despêkê da ez li himber van nûçeyan ketim şikê. Min got “gelo ev tişt rast e? Çawa Kurdên me bi destê xwe şoreşgerekî Kurd teslîmî vê rejîma xûnxwar dikin?”
Lê xuya ye, xeber rast e. Gelek çavkaniyên ku meriv pê bawer dike vê bûyerê tekît dikin. Hîzbî Demokratî Kurdistan bi beyanekê berpirsiyarên vê bûyerê rexne kir. Gor hin xeberên teze, Hukumeta Herêma Kurdistanê biryar girtiye ku lê bikole, gelo ev tişt çawa qewimiye û berpirsiyar kî ne?
Vê bûyerê, dile hemû welatparêzên Kurd sot. Gelo ew tişt çawa dibe?
Me zanibû ku li Başûr hin cîhet, hin rexistinên siyasî bi Îranê ra didin distînin û serê wan li ber Îranê tim xar e... Wana, sê sal berê jî çawa Kerkûk teslîmî hêzên İraq û Îranê kirin, me ew jî dît. Lê ewqas bê vîcdanî jî nabe. Di adet û toreyê Kurdan da tune, kesê ku xwe avêtiye bextê wan, neyarê wan be jî ji mala xwe naqewirînin û wî diparêzin.
Pencwîn di bin destê asayişa Yekitî Niştimanî Kurdistan da ye û YNK divê bersîva vê pirsê bide: Çima ew bêbextî li Selîmî hat kirin?
Kemal Burkay 13 Nîsan, 2020 |
|
|
|