2020-06-01
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Hunermendê mezin Seîd Gebarî çû ser heqîya xwe
2020-05-04 11:19


Hunermendê kurd ê hezkirî Seid Gebarî li Hewlêrê çavên xwe li jîyanê girtin. Wefata Seîd Gebarî di nav kurdan de bû cihê şîn û xemê. Seîd Gebarî ne tenê bi deng û awazê xwe yê xweş, lê her wisa wek hunermendekî têkoşer di dilê mîlyonan de cîh girtîye.
Seîd Gebarî di sala 1956a de li bajarê Hesekê, li Kurdistana bin destê Surîyê de hatiye dinê. Di ciwanîya xwe de dest bi hunera muzîkê kirîye. Gelek helbestê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj wek stran xwendine. Him stranên şoreşgerî him jî stranên gelêrî gotine. Ew sazbendekî hosta bû. Li herderê Kurdistanê tê naskirin û hezkirin.
Seîd Gebarî dê îro li Hewlêrê bê binaxkirin.
Li ser wefata hunermend Seîd Gebarî HAK-PARê û nivîskar helbestvan Kemal Burkay jî dazanên sersaxîyê belav kirin. Kemal Burkay di rûpela xwe ya sosyalmedyayê de weha dibêje:
Gor agahiyên teze Hunermend Sait Gebarî jî li Hewlêrê çûye heqiya xwe.
Sait her usa nasekî min bû. welatparêzekî hêja û jîrek bû, li Ewrûpa û welat di gelek şahiyan da cîh girt û stranên gelêrî gotin.
Oxir be, hevalê delal.
Serê hemû kesên malbata wî û heval hogiran sax be.
4 Gulan 2020

Print