2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Beyana HAK-PARê li ser wefata hunermend Seîd Gebarî
2020-05-04 13:58

Beyana HAK-PARê li ser wefata hunermend Seîd Gebarî:
Bila serê miletê Kurd sax be.

Hûnermend û hozanê netewekarê Kurd, dilsoz û dildarê Kurdistanê Seîd GEBARÎ li paytextê başûrê Kurdistanê Hewlêr heyf û mixabin ku jîyana xwe ji dest da. Ez bêhed xemgîn im.

Hûnermend, hozan û sitranbêjê Kurd, bazê Kurdistanê Seîd GEBARÎ, jîyana xwe wek pêşmergeyek derbas kir. Beşek ji jîyana wî li Ewropa borî, lê her tim li ser koka xwe ma ku reh û rişelên kokê wî her tim li çîyayê Kurdistanê, li tenişt pêşmergeyên Kurd bu.

Seîd Gebarî dengê her çar perçên Kurdistanê bu. Li kîjan perçeyî tevgereke Kurdperwer destpêkiribya Seîd li wêbu, dile xwe datanî cem dile her Kurdeke welathız û tekoşer. Demeke dirêj li Stenbolê mêvanê min bu. Dişevên piştgirîya kovara DENG’ê de li cem me bu, bideng û awaza xwe a dilînî di wan şertên dijwar de kilama got.

Hûnermendê hêja ne bi çehvên xwe lê bi çehvên dilêxwe her tiştî didît. Hêz û karina çehvan li dil zede bibu. Şareza û nasîyarê hestên Kurdayetî bu. Rûken, yarîder, dilpak û mejî zelal bu.Lê heyf û mixabinku ew mejîyê zelal êşa û ji dest mirata penceşêrê necat nebu.

Seîd Gebarî, dilsoz û bawerpêkerê malbata Berzanî bu. Bi taybet serokê nemîrê Kurdistanê Mela Mistefayê Berzanî îdol û rênîşanderê here giringê kek Seîd bu. Di sala 1993’yan de wiha digot: ‘’Her bijî serokê milli Mela Mistefa Berzani, Şêx Seîd Efendi, Xalid Begê Cibranî, Şêx Mehmûdê Berzencî, îhsan Nurî Paşa, Seyîd Riza, Qadî Muhammed, Mesud Berzanî, Celal Telebanî, Doktor Qasimlo, Kemal Axa, Hemîdê Hacî Derwêş, Kemal Burkay û İsmet Seyda.”

Lazime ku beêim cîyê wî zû bi zû tije nabe. Sitaran û kilama Kurd îro di nav şîn û giryanê de ye. Seîd Gebarîbi deng û awaza xwe sêtereke geşê asîmanê Kurdistanêbu. Lê îro ew sitêr xuricî. Ew dilê pakrewan û rûyê biken ji hezkîryan xatir xwest û ji nav me koçebar bû.

Oxir be kek Seîd, oxir be. Ruhşad bî. Kurdistan li ser te bi şîn û giryan e.

Bila serê miletê Kurd sax be.

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR
Print