2020-08-05
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
15’Ê GÛLANÊ ROJA DERKETİNA YEKEM KOVARA KURDÎ A Bİ TÎPÊN LATÎNÎ YE
2020-05-17 12:30


Kovara Hewarê di sala 1932 an de dest bi weşanê kir. Kovar bi serwerî û handerîya Mîr Celadet Bedirxan derdiket, ango xwedî û berpisyarê wê, Mîr Celadet Bedirxan bû.

Hêjayî gotinêye, ku di salên 1928 û 1929 an da, li Ermenistanê, derfetek dane Kurdan ku, ew jî alfabeya kurdî ya latînî amade bikin. Zimanzanê esil aşûrî Îshak Moragulov û nemir Erebê Şemo alfabeya kurdî Latînî amade kirin. Di Rojnama Riya Teze da gelek nivîsar bi tîpên latînî hatin nivîsandin, her wisan gelek pirtûk bi tîpên latînî hatin çap kirine. Ew alfabe ya pêşîn e.
Xebata Celadet Bedir Xan di 1932 an da dest pê kirîye.
Bêgûman malbata bedirxanîyan wek hikûmet û desthilatdarî di rêya pêşketina doza Kurd û Kurdistanê de bi dilovanîyek bêhempa xebîtîne. Her yek ji endamên malbatê wek wezîrekî kar kirîye. Mîr Celadet jî pirsa ziman ji xwe re kirîye wate û wezife. Mîr Celadet di seferekê da bi yûzbaşî Noel ra li ser herfên latînî û zimanê Kurdî nirxandinekê dike û li dawîya çend ceribandinan biryar dide, ku kovareke Kurdî bi tîpên latînî derîne. Kovara HEWARê berhema wê biryarê ye. Her ku tê zanîn heta wê demê gelek deveran Kurda herfên Sansikristi (Erebî) bikar dianîn. Ew jî bi kovara HEWARê bi elfabeya latînî va kete nav çand û edebiyata Kurdi.

Hejmara pêşîn ya vê kovarê di 15’ê gûlana sala 1932 yan da, hejmara dawîn jî di 15’ê tebaxa sala 1943 an da derketiye. Ev kovar li bajarê Şamê hate çap kirin. Kovar dinav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê dihate belav kirin. Kovar 57 jimar derketine.

Serborîya HEWAR’ê helbet destkevtiyeke giring e. Ev serborî di xwendin û nivsandina Kurdî da qonaxeke nû û serdemeke nû ye. Lewra hin kes û derdorên sîyasî va bûyera wek cejin ilan kirin. Di sal 2006’an da KCK û KNK ev roja wek” cejna zimanê Kurdî” ilan kirin. Paşê ji dezgeyên xwegirtîyên wan, MKM û Enstîtuya Kurdî li Stenbolê,Tevgera Zimanê Kurdî û yê din jî, wê demê da ev kara xistin rojeva bîr û raya Kurdan.

Helbet her kes dikare bi tiştekî va kêfxweş bibe, wek cejin pîroz bike. Lê ji bona ku bûyerek bibe çejnek mîlli, lazime rêxistin û sazumanên milli û her wiha raya gişti a millet vê bûyerê qebul bike, li ser biryar bide. İro ji bo vê rojê biryarek wiha tûne. Otorîte û zimanzan û akademisyen tiştekî wiha erênî nekirine. Ji xeyni beşek ji Kurdên bakûr, tu kesekî li hîç beşekî Kurdîstanê wek cejin nepejirandîye. Lewra ye, ku ev roj ne rojek yan cejnek milli ye.

Helbet xebata Mir Celadet û rola HEWARÊ ji bo Kurdan karekî pîroz e. Miletê Kurd minetdarê Mîr Celadet û xebatkar û nivîskarê HEWAR’ê ye. HEWAR ê serdemeke nû û nûjen pêkanîye.

-Pîroz be 88 salîya Kovara HEWAR’Ê
-Rûhşad be Mîr Celadet Bedirxan

Print