|
KEMAL BURKAY: PEYMANA TEZE Jİ BO ROJAVA PÎROZ DİKİM |
2020-06-19 12:03 |
|
Heval-hogir baş dizanin, li ser rewşa Kurdistana Rojava raya min ta ji destpêkê çi ye. Min tim nivîsand û got, divê partî û rêxistinên vî parçeyî di nav xwe da yekitiyekê pêk bînin, da ku bikaribin statûyeke baş bi dest xin.
Kîngê di salên borî da Serokê Kurdistana Başûr birêz Mesud Barzanî ENKS û PYD anîn ba hev û wan li hev kirin, ez gelek kêfxweş bûm. Lê mixabin ew hevhatin ji ber helwest û şaşîyên PYD ne meşiyan.
Vê dawiyê, bi navberiya Amêrîkê û Fransê ew cardin hatin ba hev û gor agahiyên teze careke din li hev hatin. Ez jî wek gelek Kurdên welatperwer û dilpak gelek kêfxweş im û bona vê yeke wan pîroz dikim Hêvîdar im ku ew Peyman vêcar bimeşe.
Kemal Burkay 19 Heziran 2020. |
|
|
|