2020-08-05
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
KOMKAR Münih’e kongraya xwe ya asayî pêk anî
2020-06-28 19:01


KOMKAR Münih’e kongraya xwe ya asayî di roja 28.06.2020 da bi serfirazî pêk anî. Piştî saleke bi kar û xebatê derbazbûyî , komelê vê carê di nav rewşa koronavîrûsê da Komcivîna xwe çêkir.

Komcivîn bi rawestina bi deqîqeyekê ji bona bi bîr anîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Dû re li ser rojeva Komcivînê û raporta xebatê û raporta aborî ya komelê gengeşî hat kirin. KOMKAR Munîhê û êndamên xwe komîta birêvabirina komelê bi giştî hilbijart. Di komîtaya nû da Azad Çagritekîn , Mesut Abdan, M. Ali Dogan û Adnan Sütçü cîh girtin. Adnan Sütçü wekî serokê komelê hat hilbijartin.

Komcivîna KOMKAR Munîhê êrîşên dewlata tirk li ser başurê Kurdisranê bi tundî şermazar kir û daxwaza rawestina van êrîşan kir. Komcivîn bi daxwaz û pêşniyazên êndaman bi dawî hat.

Rênas Sütçü
Dengê Kürdistan / München
Print