2020-10-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR Komcivîna xwe di roja 04.10.2020an de çêdike
2020-09-05 20:12


Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR Komcivîna xwe di roja 04.10.2020an de çêdike

Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR Komcivîna xwe di roja 04.10.2020an de li bajarê Berlînê çêdike. Serokê KOMKARê Dr Rohat Geran di banga komcivînê de erk û pêdivîyên beşdarîyê ji bo nûneran û komeleyên endam radigihîne. Komeleyên ku qeyda wan ya ku cara dawîn di komcivîna sala 2014a de heye, ew komcivînên xwe gor li qanûna komelayan li Almanyayê pêk bînin û nûnerên xwe destnîşan bikin.

KOMKAR wek rêxistineke mihacirên kurd li welatê Almanya giringiya xwe diparêze. Ew ji alîyekê ve ji bo mafên mihaciran dixebite û di eynî demê de ji bo tevgera azadîya ya ji bo Kurdistanê alîkarî û piştevaniyê dike.
Dengê Kurdistan / Munîh
Print