|
Rêberê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx koça dawî kir. |
2020-10-01 21:37 |
|
Rêberê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx (Xerto Hacî Îsmaîl) li bajarê Hewlêrê koça dawî kir. Wî ji sala 1995ê ve serpreştîya xizmetê ya ji bo dînê Êzidiyan dikir. Baba Şêx berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û xwedî otorîteya herî bilind bû. Herweha berpirsê dibistana Laleşê bû. Şêx Baba li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye. Babe Şêx 87 salî bû. 10 zarokên Babe Şêx hene. Em ji hemû gelê Kurdistanê re û bi taybet ji êzdiyan re sersaxîyê dixwazin. Dengê Kurdistan
|
|
|
|