2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
TU HÊZEK NİKARE PÊŞÎ Lİ DAHATÎYA KURDİSTANÊ BİGİRE
2020-10-18 18:48


Baregaha Partîya Demokrat a Kurdistanê ya li Bexdayê bû hedefê çalakîyeke terorîstî. Di vê êrîşa dijminane da, ala pîroz a miletê Kurd jî, bi bêedebîyeke mezin hate sotin.

Hêza terorîst a bi navê Haşdî Şaabî va erîşa ji piştî peymana Sincarê pêk anî. Tê zanîn ku ev hêz di bin bandora rejima zordest a îranê da ye.

Di van rojên dawî da di navbera Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê da lihevhatinek hate dest nîşan kirin, ku li gor vê lihevhatinê; wê îdare û ewlekarîya Sincarê ji îro û pê da, bikeve destê hikûmeta herêmê û pêşmergeyên Kurdistanê. Li gor vê lihevhatinê gere hemû hêzên terorîst ji Sincarê werin bi der kirin. Lewra li gor yasayên Iraqa federal pêşmerge hêzeke fermî û rewa ye ji bo parastina Kurdistanê. Dîsa di destûra Iraqa federal da, alaya Kurdistanê jî wek alayeke fermî û meşrû hatîye qebûl kirin.

Sincar jî, her wekî Rewandiz û Xaneqîn û Derbendîxan û çend navçeyên din axa Kurdistanê ye. Navçeya Sincarê, hetanî niha bi hikûmeta merkezî va girêdayî bû. Hetanî niha çend referandum hatin pêkanîn û di encama van referandûman da, eşkere bû, ku miletê van navçeyan xwe Kurdistanî hesab dikin û ew dixwazin bi îdareya Kurdistanê va werin girêdan. Lewra ev xwestek bû yasayek bi navê “madda 140” û kete destûra Iraqa federal. Niha Sincar li gor vê maddeyê û her wiha li gor lihevhatina taybet a vê dawîyê dibe parêzgehek ji idareya Kurdistanê û tenê pêşmerge, wek hêza fermî a navçê di Sîcarê da wê bimîne.

Hetanî niha Sîncar di destê hêzên nerewa û terorîst da bû. Haşdî Şaabî û PKK wek hevkar û heval, her yek ji xwe ra deshilatek çêkiribû û Sincar idare dikirin. Li bîr e, ku ev herdû hêzên ne xêrxwaz ixaneta Kerkûkê jî, digel çend kesên xwefiroşên di nav YNK’ê da pêk anîbûn.

Hevseroka KCK/PKK Besê Hozat, berî çendekî di daxûyanîyekê da anî ziman ku “kuştina PDK’ îyan rewa ye û nabe sûc, şerê PKK û PDK’ê nabe “şerê birakûjî”

Piştî vê daxûyanîya kîndar, karmendekî gumriga hikumeta Herêma
Print