|
Nameya Serokê Giştî yê HAK-PARê Epözdemir ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî |
2020-11-13 01:39 |
|
BO BERÊZ SEROKÊ HIKÛMETA HERÊMA KURDİSTANÊ MESRÛR BERZANÎ
Digel rêz û silavên germ Rêzdar, Heyf û mixabin ku me bihîst bi kemînek a ku ji alîyê hêza nerewa û neyasayî a PKK ve hatiye binax kirin, teqîyaye û li encam de pêşmergeyek şehîd ketîye û sê peşmerge jî birîndar ketine.Em pir xemgî in Em baş dizanin ku PKK ne hêzeke parastina maf û berjewendîyên miletê Kurd e.
PKK yarîderê dijminê Kurda ye..PKK di bereya nexêrxwaz a li dijê mafên rewa û milliyên miletê Kurd de cî girtî ye..
Ev rêxistina neyar ji bılî Kurdan bi her kesî re qencîyê dike,bes bo Kurdan xirabîyê dike.
Em wek Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR vê kiryar û destdirêjîya PKK’ê bi tûndî şermezar dikin.
Bila serê malbat û hezkirî û nas dost û heval û hogirên pêşmergeyê şehid sax bî.
Ji pêşmergeyên birîndar re şifayê xêrê dixwazin.
Bila serê Miletê Kurd sax bi. 10.11.2020
Latif EPÖZDEMİR Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR |
|
|
|