|
Swîsra: Komîteya HAK-PARê Komcivîna xwe ya salane çêkir |
2020-12-07 00:38 |
|
Dengê Kurdistan/Lozan Komîteya HAK-PARê ya şaxê Swîsra îro (06.12.20) li bajarê Aarau komcivîna xwe ya salane çêkir. Civînê bi rawestina deqîqeyekî ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pêkir û dû re raporên xebatê û aborîya komîteyê ya sala çûyî hat pêşkêşkirin. Piştî xwendina raporan, endaman li ser giringîya çalakî û berxwedana xwe ya li Swîsra û Ewropayê, gelek dîtin, daxwaz û pêşniyazên cuda anîn ziman û niqaşkirin. Di axaftinan de, hat diyarkirin ku sebaret rewşa pandemîya corona kar û barên li pêş partiyê û jiyana civakî bi giştî rastî astengîyan hatiye, lê belê dîsa jî cehd û xebata hevalan berdewam bûye, û ciyê kêfxweşiyê ye ku di vê rewşê de jî karên rêxistinkirinê, ango avakirina şaxên nû yên partiyê nerawestiyaye. Di vê rewşê de pir hindik li hin bajar û bajarokan şaxên nû hatine damezrandin, û xebat dom dike. Di civînê de hat destnîşankirin ku, ji ber sedemê aborî demajoya siyasî ya Tırkîyê bi lez berbi guhertinê diçe. Nîşanên wê yekê hene ku hevkarîya AKP û MHP dê heta 2023 dom neke, loma şertên hilbijartineke giştî roj bi roj derdikeve berçavan. Di rewşeke weha de, pêwîst e, HAK-PAR destê xwe zû bigre, şertên tevlêbûna hilbijartina bi destxîne. Divê em û kurdên welatparêz ên din li derveyî welat ji HAK-PARê ra bibin alîkar û destega xwe zêdekin. Di dawîya civînê de bi hilbijartinekê Cemal Canbay, Cafer Stêrk, Vehbî Baysal û Hasan Kanat wek komîteya nû ya HAK-PARê hatin hilbijartin.
|
|
|
|