2021-03-05
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: BÛYERA ROBOSKÎ RÛREŞÎYA DEWLETÊ YE
2020-12-28 21:33


Hêzên hewayî yên dewletê berî neh salan roja 23’yê meha Çileyê Pêşîn a sala 2011’yan, bi fermana fermandarên fermî yên dewletê 34 niştecîyên Kurd bombebaran kirin û kuştin. Rayedarên dewletê gotin ku me ew kesana “PKK” yî hesibandin, lewra ku ew di wê rêya ku ‘’PKK tê da hatûçû dike” da derbas dibûn. Helbet ev sedem nabe hinceteke bê tawan. Hîç kesekî biaqil bi vê hincetê bawer nake. Lewraye ku dewlet raste rast sûcdar û qisûrdar e.

Ya here giring ewe ku, ev tevkûjî heta niha jî maye sergirtî. Ev çend sal in, ku buyera Roboskî yê hê jî zelal nebûye, nehatîye ronî kirin. Destên ne dîyar ew bûyera zûbizû veşartin, ew bûyera hate serpoş kirin. Sedema vê yekê eşkere nebûna berpirs û tawanbarên wê bûyerê ne.

Roboskî rûyê reş ê dewletê ye.

Roboskî rûreşîya dewletê ye.

Dewlet heta ku vê bûyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sûcdar e, qisûrdar û tawanbar e.

Berpirsê Roboskî devleta Turk a kûr û tarî ye.

Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê tawanê xilas bike, divê rojek zûtir ji malbatên kuştîya lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gef û golan, bi şirove û derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite.

Roboskî şermezarî û sernizmîyek serdem e.

Eşkere ye ku Roboskî, dewama feraseta neyartîya miletê Kurd e. Roboskî dewama qirkirina Dêrsim, û bûyera Muğlali a Ozalpê ye.

Çil sale ku, şerekî qirêj û kiret di navbera herdûk hêzên çekdar da, gelê Kurdistanê bezar kirîye. Şûn û warên qedîm û hemû hêjayîyên, xwezayî, çandî û dîrokî yên mirazê vê xakê; çil sale ku di nav vî agîrî de şewitîn û kawil bûn. Kurdistan bûye çîyê agir û şewatê. Roboskî encama vê rewşê ye.

Rayedarên dewletê her tim dibêjin, ku Kurd birayê me ne, lê li gor biratîyê bi Kurda ra tevnagerin. Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tıştekî bike, ne bi şêwazek kûjer û tûnd û dijwar, ne bi kuştin û qetlîyam û xwîn rêtin; lê lazim e, ku şêwazek mirovî û aştîyane bide pêşîya xwe. Ya bixêr ewe ku dewlet, di rêya çareserkirina pirsgireka Kurd da, rojeke zûtir dev ji şêwazên ewlekarî û kiryarên leşkerî berde. Lazim e rê û şêwazeke aştîyane û ramyarî were çêkirin.

Partîya Maf û Azadîyan, tevkûjîya Roboskîyê bi tûndî riswa û şermezar dike.

HAK-PAR, kuştîyên bûyera Roboskîyê bi rêz û hurmet yad dike.

Roboskî nayê jibîrkirin. 28.12.2020

NİVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTİYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Print