2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
SALA NU Lİ HEMU WELATÎYAN PÎROZ BE
2020-12-31 17:59


Salake din jî, li dû me ma. Sala borî, bi gelek çetnahî û alozîyên welat û herêma me derbas bû. Sala borî mirovatî gelek westand û bêmecal hişt.

Di sala borî de, dinya bû dîl û êxsîrê şewba Covid-19. Li dinyayê gelek kes bi sedem corona virüs a nû, jiyana xwe ji dest dan. Gelek dost û heval û hevnas û welatîyên Kurd jî, mixabin ku bi vê şewbê ketin û koçebar bûn. Bila ruhê wan şad be û dinav nûr û ronahîyê da razên.

Helbet Covîd -19, ne tenê bi encama mirina bi dehan hezar kesan berdewam e. Her wiha di van şertan da, aborîya welat jî şikestêke mezin xwar. Bi hezaran kesan kare xwe ji dest dan, mane bêkar û betal. Bi sedan esnaf û tacir bi sedem tevdîrên ji coronayê parastinê ketin nav alozî û qeyraneke mezin. Jîyan bûha bû, betalî zede bû, hilberîn a kişt û kalan kêm bú, milet kete nav xêzanî û hejarî û nedarîyeke mezin.

Mixabin ku dewlet bi qederê pêdivîya gelê feqîr nebû yar û yarîder. Dewletê erk û wate û rola xwe a “civakî”neleyist. Ev yek her niha jî berdewam e. Hêvîdarim ku di sala nû de ev rewşa perîşankar dubare nebe.

Ya here bixêr ew bû ku li himber Covîd-19 aşî peydabûn û li seranserê cîhanê bûne hêvîya rizgarîya ji vê şewba mirovkûj.

Dîsan di sala bori de erhejanên xembar li derdorê Meletî û Elezîzê û di mehên axir a sala 2020’an de jî li İzmir’ê, pêk hat ku bi hezaran xanî û avayî xesarek mezin dîtin; her wiha bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes ji, birindar bûn, mane bêcî û bêmal. Ev bûyereke xemgîn bû, xezebeke xwezayî bû ku bi ser welatîyan ve hat.Welatî bêmacal bûn, di bin xirbeyê avahîyan de jîyana xwe ji dest dan.

Di sala 2020’an de jî, Hêrîşên nîjatperest û dijraberên Kurd li Tûrkîyê kûta nebûn. Li gelek cîyên Turkîyê Kurd bûne hedef û amanca hêzên nîjatperestên Türk. Bi dehan kes bi vê dijayetîyê hatin kuştina. Dewletê nekarî pêşî li van nîjatperestan bigre. Dijayetîya nîjatperestan di sala boerî de jî dewam kir.

Her wiha li welat, bi sedem newekhevîya civakî a cinsîyetan bi dehan keç û jin hatin kuştin. Zilm û zordarîya li ser jinan nehate rawestandin. Peymana Stenbol bi rêkûpêk nehate bikaranîn, keç û jinên welat li himber tûndî û dijwarîya mêrên bêesil, mane bê parastin û bûne qûrbanîyên sazûmana mêrparêz.

Helbet hilbijartinên DYE jî bûyereke here giringê sala rabirî bun. Trump di hilbijartinan de serneket. Biden û Harris serketin. Li rêveberîya DYE de gorankarîyeke berçehv çê bû. Ev gorankarî hêvî û ûmuda aştîya cîhanê jî zede kir. Niha civaka nevnetewî çaverêyê kiryarên desthilata nû a DYE ye. Em serketinê ji birêz Biden û hevkarên wî re dixwazın.

Di sala 2020’an de jî, mixabin ku lİ Turkîyê pirsgirekên sereke yên welat bi şêwazek aştîyane nehatin çareser kirin. Dewletê şêwazên ewlekarî û dijwar wek rêya çarelêkirina pirsgireka Kurd hilbijart. pirsa mafê hevpar a miletê Kurd hate racehv kirin.

Bêguman ne tenê li Turkîyê her wiha li navçeyê Rojhilata Navîn, Hêzên dijraberên Kurd û Kurdistanê, bi taybeti dewleta kevneperest a Îranê, di salên rabirdû da, xwest ku Kurdistana başûr ji hindûr ve lawaz bike û bixe bin bandûra xwe. Di mehên dawîya salê de ev nîyet eşkere bû û lewra li dora bajarê Silêmanîyê xwepêşandanan amade kir. Paşî noker û xûlamokên sazûmana dijraber a Kurd, xwestin ku serhildanek pêk bînin. Dest bi çalakîyên dijwar û tûndperest kirin. Li himber van buyer û rûdanên herêmê, hîn hêz û rêxistin dest bi bangeşanên xirap û têkber kirin, dijayetîya Kurdistanek serbixwe kirin binyata siyaseta xwe. Ev xirapkarî û helwestên xirab, ev xeterî her niha jî li ser rê ye.

HÊVÎDARİM KU SALA NÛ Jİ BO MİLETÊ KURD BİBE SALA AZADÎ Û BEXTEWERÎYÊ

Mixabin ku welatê me, ji çar alîyan ve hatîye dorpêç kirin û dagîr kirin. Divê di van hal û mercan de em neyêne dek û leyîstikên dijminan, em nebin xizmetkarên neyaran. Divê em bi hev re her tim aşt bin û piştgir û piştevan bin. Divê em li her bostek axa Kurdistanê xwedî derkevin, destkevtîyên netewîyên miletê Kurd biparêzin û berfirehtir bikin da ku mîletê me nîrê bindestîyê bişkên e. Divê hêz û rêxistin û dem û dezge û alîyên netewî hevdeng li himber têk birina destkevtîyên Kurdistanê rawestin û li dijî kiryarên sazûmana dijraber a Kurd bi hestên milli û birayane, mil bi mil, bibin pal û pişta statûya sîyasî a başûrê Kurdistanê.

Heyf ku sazumana dijberîya Kurdan di sala borî de jî, li navçe bi hemu hewildanên xwe ve berdewam kir. Ya here xirab û dilêşkar ew bu ku PKK a ku xwe wek “hêzeke Rizgarîxwaza Kurd” hisab dike, di van hêrîşên xirapkaran de roleke nahiz û dijminane leyîst. Bi helwesta xirapkaran digel rêxistinên terörist û tûndperestên wekî Haşdi Şaabi re bû yek û li dijî statûya federal a herêma Kurdistanê dest bi çalakîyên xêrnexwaz kir.

Me gelek caran anî ziman ku PKK êdî ji xizmeta miletê Kurd dûr ketîye, hevsar û benê wê ketiye destê xêrnexwaz û neyarên Kurda. Helbet ev gotina me şayanê îspatê nîne. Çalakî û geşpêdan û provakasyonên PKK’ê û derdorên wê, tecrübe û ceribandanên vê rêxistênê gele caran em mafdar derxistine.

Careke din jî em dubare dikin: Eger PKK xwe wek rêxistinek Kurd û Kurdistanî hesab dike divê ji xizmeta dijminên Kurd derkeve, ji bo dehatûya azad a miletê Kurd bixebite. Lazime alîgirên PKK çekê xwe dirêjî azadîya Kurdistanê nekin. Eger nîyeta wan heye ku careke jî be bi miletê Kurd re qencîyêk bikin, bila çekê xwe deynîn û li desthilata rewaya hikumeta başûrê Kurdistanê rêz bigirin. Divê PKK dev ji van xirapkarîyan berde, rêyeke xêrxwaz bibjêre. Zêdetir hêz û karina Kurdan berhewa neke, heder neke. Kurd ne xercê bîna û avahîyên hêzên dagirke û dijminê Kurd in.

Divê PKK dev ji hevkarîya hêzên xêrnexwaz berde. Divê PKK, dev ji vê sîyaseta ku tû qezenc û feydeyek nade miletê Kurd berde û bi rê û olax û şêwazên aştîyane û demokratîk tevbigere.

Bi boneya sala nu banga me li welatperwerên Kurd ew e ku, bi hîç şêweyek rê nedin terorîst û provakator û xêrnexwazan heta ku di armanc û helwestên xweyên kirêt de, ser bikevin. Roj roja xwedîlêderketina mafên netewîyên miletê Kurd e. Roj roja parastina statûya federal a başûrê Kurdistanê ye. Miletê Kurd li himber xirapkaran bêdeng namîne.

Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, bereya xêrnexwaz û dijberê Miletê Kurd û her wiha xûlam û noker û xizmetkarê dijminên netewa Kurd şermezar dike.

Xwişk û birayên birumet,

Her wek ku tê zanîn roja dawî a salê, ji bo Kurdan rojek gelek giringe. Lewra ew roj, roja bîranîna şehîdên Kurdistanê ye. Em bi vê minasebetê şehîdên Kurdistanê bi sîyanet û hirmet yad dikin û li ber bîranîn û tekoşîna wan a pîroz, rêz digrin.

Di sala taze de, hîvîdarim ku şer û pevçûn biqedin, nokerî û xizmetkarîya hêzên xêrnexwazan bi dawî bibe, hevkarî û hevalbendîya di nav Kurdên welathiz de zêdetir bibe. Hemu gelên cîhanê, nemaze gelê Kurdistanê bigêje jîyanek aşt û serfiraz û azad û demokrat.

Sala nû, pêşî li miletê Kurdistanê û her wiha li hemu gelên cîhanê pîroz dikim, aşti, azadî û wekhevîyê ji hemu gelên bindestên cîhanê re dixwazim.

Ez vê sala nû bi hestên dilînî li we û li hemu gelên aştixwaz û azadîxwaz pîroz dikim.

Latif EPÖZDEMİR

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan
HAK-PAR


Print