2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
NEWROZ ROJA VEJÎNA MİLETÊ KURD E!
2021-03-19 18:54


Newroz; di ramana me Kurdan da, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e…

Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dilekî nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye.

Newroza me, îsal di şertên dorpêçkirî da derbaz dibe. Newroz cejn e û her cejnek ramûsan e, himbêz kirin û reqs û dîlan e. Heyf û mixabin ji ber sedema xwe parastina ji pandemîya ku, cîhan dagir kirîye; em ê nikaribin Newroza îsal, di tama geşt û seyranê da pîroz bikin. Hêvîdarim, ku rojek zûtir mirovayetî ji vê şewba kanbax necat bibe û em hemû wekî berê di cejin û seyranan da hevûdin bi dilşayî himbêz bikin.

Newroz, sondek e ji bo hemû Kurdan, newroz ehtek e, qewlek e, bextekî sipî ye, newroz mizgînîyek e ji Kawayê Hesinkar, ji Medan, ji bab û kalan. Newroz, bawerîyeke paye bilind e di rêya azdîya Kurdistanê da.

Vê serdema nû, ronahîyek hilpêxistîye, ku di navê da azadîya Kurdan xûya dike. Ev serdema nû, serdema Kurd û Kurdistanê ye. Divê Kurd ji keys mefer mecal derfetên vê serdemê sûdeke baş werbigrin. Li başûr Kurdistaneke serbixwe damezrînin, li beşên din jî, ber bi jîyaneke federal, wekhev gavan bavêjin.

Partîya Maf û Azadîyan, roja ajdan û berxwedan û vejîna Miletê Kurd Newrozê, bi coş silav dike.

Bixêr be Newroz û roja nû ya Kurdan.

Hêvîya me ew e, ku mirovhizên cihanê civaka navneteweyî, gûhê xwe bide axîn û nalîna gelê Kurd.

Partîya Maf û Azadîyan hîvîdar e, ku Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserî Kurdistanê.

Em, bi hestên herî germ, cejna netewî ya gelê Kurd pîroz dikin.

Hêvîya me ew e, ku mirovhizên cihanê û civaka navneteweyî, gûhê xwe bide axîn û nalîna miletê Kurd.

Hîvîdar im, ku nûra Newrozê bibe çare û derman ji bo sosreta serê Kurdan.

Hîvîdar im ku, şewqa Newrozê dilovanîyekê bixe dilê tûndperest û zordestan.

Hîvîdarim kû Newroz her wek nav naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserî Kurdistanê.

Em bi hestên herî germ, cejna netewî a miletê Kurd pîroz dikim.

Hemû rojên we, Newroz bin.

Newroza we pîroz be. 19/03/2021

NİVSÎNGEHA RAGÎHANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ YA

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Print