2021-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şahiya Newrozê li Berlin
2021-03-21 17:21


Li her çar alîyen Kurdistanê û li dervêyî welat Şahîyên Newroze dîsa bi çoşek mezin hat pîrozkirinê. Raya giştî agahdare ; berîya 40 salî yekemcar bû kû li dervêyî welat KOMKARê Newroz di salonan da şahîyên Newroze amadekir . Ji wê rojê pêve bêwestan alîgir, êndam û berpirsyarên KOMKARê hersal Newroz bi naveroka tije pêşkeşî beşdaran kir.

Îsal jî wekî zanin li dinyayê Vîrûsek belav bû û bû pandemî. Dinyayê me ji alîye vê pandemîye hat dagirkirine. Di şertên wisa da li dervêyî welat kombûna civakê bona şahîyan qedexê bû. Jibervêyêke KOMKARê Newroza îsal bi bêşdarbûna hûnermenda hêja Nîlûfer Akbal , hêja Mehmet Atlı, hêja Şener Yildiz & Serdal Boyraz (Koma Sterk) û koma dol û zirnê va bi coşek mezin li ser YouTube bi zindî pîroz kir. Piştî deqqeyek rêzgirtinê bona şêhîdên Kurdistane serokê KOMKARê birêz Dr. Rohat Geran axaftina xwe bi zmanê Almankî kir. Newroza gelê Kurdistanê pîrozkir. Her wisa birêz Ûnal Yardimci jî axaftina xwe da rewşa her parçêyên kurdistanê anî zman û taybet rewşa bakûr. Bona şahîye serokê wakfa Riya Azadî birêz Kemal Burkay, serokê HAK-PARê birêz Latîf Epözdemir , helbesvan Eskerê Boyik her wisa serokê Komela Maf û Azadîyên Kurd li Elmanya Federal birêz Adnan Sütçü peyamên pîrozbahîye şandin. Şahîya Newroze zêdeyî sê seatan bi çoşek mezin ajot. Li dawîye birêz Ünal Yardimci spasîya xwe pêşkeşî sêrdaran û hûnermendan û her wekî ev kesên kû keda wan di amadekirina vê çalakiyê da henin kir.

Rênas Sütçü
Dengê Kurdistan


Peyamên kû bona Şahîya Newrozê hatine şandin:

Peyama Kemal Burkay

JI BO KOMKAR’ê

Hevalên Hêja,

Hûn îsal Newrozê bi şiklekî teze bi riya YouTubê pîroz dikin. Di dema pandemiyê da eva tiştekî baş e.

Newroza we û yê hemû sêrkaran, nas û dostan, Newroza gelê me pîroz be.

Kemal Burkay
Serokê Wakfa Riya Azadî


15 Adar 2021

***

Pîrozbahî

Bona komîta birêvabirina KOMKARe

Birêzan , gelê Kurd li hember evqas astêngan li her çar parçêyên welat da tekoşîna kû bona bi destxistina maf û azadîyên xwe bê westan birêva dibe. Hêvîdarim Newroza îsal jî bibe helwestek di riya azadîyê da. Bi vê mabêstê em wekî Komela maf û azadiyên Kurd li Elmanya federal Newroza we pîroz dikin û di karê we ya pîroz da serkeftin û serfirazî daxwaz dikin.

Li gel rêz û slavên germ.

Adnan Sütçü
Komela Maf û azadîyên Kurd e. V.


***

Rêzdar Rohat GERAN Serokê KOMKAR’ê

Digel rêz û silavên germ û birayane,hêvîdarim ku hemu rojên we bi rengê Newrozê derbas bibin.

Newroza me, îsal di şertên dorpêçkirî de derbaz dibe. Newroz cejne û her cejnek ramûsane, himbêz kirin û reqs û dîlan e.Heyf û mixabin bi sedem parastin ji pandemîya ku cîhanê dagir kirîye; emê nekaribin Newroza îsal, di tama geşt û seyranê de pîroz bikin.Hêvîdarim ku rojek zûtir mirovayetî ji vê şewba kanbax necat bibe û em hemu wekî berê di cejin û seyranan de hevûdun bi dilşahî himbêz bikin.

Gelî hevalan,xwişk û birayên ezîz,

Newroz; di xewna me Kurdan de, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e...

Newroz,rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dileke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nûy e.

Newroz, sondek e ji bo hemu Kurdek, exteke, qewleke û bextêk e..

Di gel azadîyek seranser. Serbilindî, bextewerî û kamranî ,para we bî..

Bi hêviya ku, mebest û daxwazîyên dilê me, pêk werin.

Hîvîdarim ku Kurd ,bi mirazê dilê xwe şa bin.

Bi silavên rengîn ji rengê Newrozê...Silavên germ, dilînî, û birayane..

Her şad û bextewer bin.

Newroza we pîroz dikim....

Hemu rojên we, Newroz bin.

Latif Epözdemir
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR





Print