2021-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: Di salvegera 84’an a Komkujiya Dersimê de, em şehîdên Dêrsîmê birêz yad dikin
2021-05-04 23:15


MEBESTA KOMKUJİYA DERSİMÊ TEDÎP Û TENKÎL BU

“Ber bi Dêrsîmê ve sefer dibe lê, zafer (serketin) nabe.”

Di dawiya sedsala 18 an û destpêka sedsala 19 da, roma reş zulma xwe li ser seranserî Kurdistanê, taybetî jî herêma Dersimê, ango li rojavayê çemê feratê li ser Kurdên Qizilbaş roj bi roj zêde dikir.

Çavkaniyên dîrokî, gelekî zelal nîşanî me didin, ku hê di dema Osmaniyan da, bingeha vê nefikirinê, êşandinê û komkujiyê hatiye danîn.

Di dema xwe da, Yusuf Ziya Paşa yê esilgurc gelek salan li Kurdistanê wezîfedar bûye. Di 1785 da li Kebanê / Madenê û di 1797 li Dersim komkujî, islahkirin (tedib), bi tûndî dûrxistin, tedayî (Tenkil) bi Kurdên Qizilbaş kirin, pêkanîne.

Dîsa xeta Mereş û Dêrsimê tedib, tenkil pêkanîne, her usa xeta Adiyaman, Meletî, Dersim qetliamên nemîrovane dane kirinê.
Heman demê da, rêberên eşîretan vedixwîne Çemişgezekê û serê ji 100 kesan zêdetir serokeşîretan didin jêkirinê, wan dide kuştinê.

Dîsa li Gelyê Mercan, Kurdên Qizilbaş kom dikin, tevaya mêran dikûjin; dest didin ser keç, jin, mal û milkên wan, wek xenîmeta anîmeta şer.

Bi van çend mînakan jî tê dîtinê, ku zulma li ser Kurdan, taybetî jî, li ser Kurdên Qizilbaş, bi Dêrsimê ve, sînorkirî nîne û gor planeka bi rêk û pêk, dûr û dirêj hatiye meşandinê.
Ev jî qetliam nîne, hema raste-rast komkûjî ango (qirkirin) jenosîd e.

Niha em bêne plana dema Komara Mıstefa Kemal. Ji piştî serhildanên 1921 li Koçgîrî, 1925 û Agiriyê, Mıstefa Kemal û hevalbendên wî dixwastin li van deverên li jor navkirî, taybetî jî li Dersimê, Kurdên Qizilbaş bi tundî bîne rê, bikuje, ji welatên wan derxe û berê wan bide metropôlên Tirkiyê, gund û bajarên wan wêran bike.

Wan dixwest, ku hejmara Kurdan li wê herêmê kêm bibe.

Ji xwe mîrovên wê herêmê, di dema Osmanî da jî serê xwe li ber desthilatdariya Osmanî danenîbûn. Ji ber vê jî Mıstefa Kemal, wan devera wek birînekê xeternak binav dikir. Ji bo pêkanîna van planên xwe, yên qirêj jî, di parlametoya xwe da biryarên nemîrovane dan girtin.

Bi vê mebestê Mıstefa Kemal, di 25.12.1935 an da “Qanûna Tuncêli” yê da derxistin. Ev biryara wêrankirin, qirkirin, û pêkanîna komkujiyâ Dersimê bû.

Ji piştî vê biryarê di 04.05.1937 an da, di komisyona Wezîran da biryareka nû hate standin. Ev biryara, ya bi tûndî, di hemû waran da, ser Dersim û Dêrsimiyan da çûyînê bû.

Bi fermana Mistefa Kemal û Ismet Inönü re, rê ji bo komkujiya Dersimê vebibû. Encam, bi hezaran kuştina Kurdên elewî, zar û zêç, keç û jinên wan, talan kirina mal û halên wan bû.

Heya bêjî destavêtina keç û jinan, wek berdestî zarokên kurdan ji bo xwe birin, di rojeva wan da bû.

Iro bûye 84 sal ku, ev jenosîda li ser Kurdên Dersimê hatîye meşandin.

Seyîd Riza yê nemir û hevalên wî hatin darda kirinê. Heyanî îro, cîhê ku lê hatine binaxkirinê; hê jî, ne dîyar e.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR tevaya qurbaniyên Dêrsimê, bi taybetî Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û qetilkarên wan bi tûndî rûreş û şermezar dikin.

HAK-PAR dibêje:
-Divê dewleta Tirk vê bûyerê wek jenosid bipejirîne!
-Divê merzelê Seyîd Riza û hevalên wî bêne eşkere kirinê!
-Lêborîn ne bes e, lazime gavên pêwîst werin avêtin.

Di salvegera 84’an a Komkujiya Dersimê de, em şehîdên Dêrsîmê birêz yad dikin.

04.05.2021

Nivsîngeha Rageyandin û Çapemenîya
Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR


Print