2021-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
İhsan Durak hat bîranîn
2021-06-18 23:55


İhsan DURAK ku 25ê Gulanê 2021 de wefat kiribû, îro ji aliya Komîta Kordînasyona HAK-PARê ya Dervayî welat, di cîneke ser netê de hat bîranîn.
Civîna bîr anînê ku bi moderatoriya Cafer Stêrk û Adnan Sutçu hat meşandin, bi deqîqeyeke rêzgiritinê dest pêkir.

Di civînê de gelek heval û dostên İhsan Durak beşdar bûn. Xanima İhsan Durak Hulya, birayê wî Omer û zarokên wî Serdar û Şîlan jî beşdar bûn. Hevalên İhsan Durak derbarî wî û xebata wî de qise kirin û bîranînên xwe anîn ziman. Destpêkê de ser navê Komîta Kordînasyonê Mahmut Erdem axafî, dûra serokê giştî yê HAK-PARê Latif Epözdemir, Semir Güzel, Arif Sevinç, Sedat Çınar û Ozan Fatê gotarên xwe pêşkêşkirin. Piştre Düzgûn Kaplan û Haluk Öztürk jî bi kurtî dîtin û hestên xwe anîn ziman. Di hemû axaftinan de qala têkoşeriya wî ya saxlem, bawerî û fedekarîyên wî hatin kirin. Hemîyan ji bi rûmet û wefadarî ji İhsan Durak re sipas kirin ji bo cehd û xebata wî ya ji bo azadiya gel û welatê xwe kirî. Civîn bi şiara ‘’Em ji hev hez bikin û rêz bigrin’’ bi dawî bû.

Print