2024-05-01
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PAR: MEBESTA ŞÊX SEÎD RÊYA ME RONAHÎ DİKE
2021-06-29 20:40


Miletê Kurd, di dema destpêka Komara Turkîyê de, destkevetîyên xweyên ku di dema Osmanîyan de hatibun bidest xistin, winda kir. Rejima nu li himberê tevgera azadîxwaz a Kurd gelek bi tûndî û dijwarî tev gerîya. Hikûmeta İsmet Paşa du kiryarên herî giring bi belênîya meclisa nû bire ve bir. Yek ji wan damezrandina “Dadigeha Îstiklalê a Şerqê” (06.04.1925) bu ya diduyan jî, wek tevdir û pêşîlêgirtinên nerazîbunan zagona “Teqrîra Sikûn”ê bu.
Armanca damezrandina Dadıgeha Îstiklalê a Şerqê, tenê ji bo pêşî girtina tevgerên dijî rejima Kemalîst bu. Dema ev dadigeh ava bu hê di hefteya yekem de dest bi desteserkirina rewşenbîrên Kurd kir. Di heman demê de, sêdare hatin danîn û rêya darvekirinê li ber azadîxwazên Kurd vebu.
Kemalîstan de ji hemû mafên xwe yên milî bêpar hatibûn hiştin, di bin serokatiya Rêxistina Azadî û Serokê wê Xalid Begê Cıbrî û Serokê milî Şex Seîd Efendiyê Pîranî de, 96 sal berê, di sala 1925-an de, serhildanek pêk anî.

Kurd ku damezrênerên esasî yên Komarê ne, her wek ku dema Osmaniyan, heta sala 1923’ê yan jî, li Meclîsa Mezina Milet bi pênasa xwe dihatin binav kirin. Kurd, Sedem ku bi gotina Mistefa Kemal a ku digot: “Wê xweserîyek herêmî, yan xweserî yan jî tiştek bi van rengan ji bo Kurdan were dayin” bawerî kiribun heta wan salan bêdeng mabun. Her wiha Mistefa Kemal sala 1925’an di meclîsa mezin de axaftinek kiribu û gotibu ku: “Turk, Kurd û Çerkes; em hemu enasirên İslamê pêk tînin.” Hebuna pirdengîya Turkîyê dianî ziman. Lê mixabin ku Mıstefa Kemal piştî demeke kin, van tiştan berba kir û qewlê ku bi Kurda re kiribu, wad û soza ku dabu Kurda zû jibîr kir û dest bi inkara Kurdan kir. Paşî jî, xwest ku komarê bike yekreng û yekdeng ango komarek rengeTurk damezrîne.

Piştî sala 1925’an, got ku “ewên li Turkîyê dijîn, hemu ji miletê Turkin, herkes Turk e, Komara Turkîyê Turkan ava kiriyê.” Ev yek dihat wê maneyê ku Kurd tunenin û hatine red û inkarkirin. Êdî, Mistefa Kemal dest bi yekrengkirin û Turkrengkirina komarê kiribu.

Ev tevgera ku di dîrokê de bi navê “Sehildana Şêx Seîd” tê behskirin, 13 Sibata sala 1925’an ji Palûyê destpê kir û li Diyarbekir kuta bu. Sedem ku Şêx Seîd bandûr û kontrola tevgerê winda kiribu, dev ji serhildanê berdabu û teslimê hêzên dewletê bu.

Li ser vê yekê rejima Kemalist pişti dadigekirinek sivik a Dadigehâ İstiklalê de, Şêx Seîd û 52 hevalên wî, li Diyarbekir bi dara çinarê ve da aliqandin û gelek aligirên tevgerê avête zîndanê ku ji wan jî gelek kes sedem azar û tedayan û şertên xirap di zindanê de mirin, her wiha gelek kes û malbat jî hatin sirgun kirin û koçebar kirin.

Tevgera Şêx Seîd, sedem ku heq û mafên meşrû a gelê Kurd ku hatibun dizîn û zeft kirin û hebun û pênasa miletê Kurd nehatibun nas kirin wek berxedan û narazîbunek gelêrî destpêkiribu.

Îro, hê jî, qebra (gora) bapîrên kurda yên mîna Şêx Seîd, Seyid Riza û Bedîêzeman Seîdê Kurdî, ne dîyare. Rejima Turkperest sedem parastina mafê turkayetîyê, him serok û rêber û mezinên kurda kuştine û him jî gora wan veşartine.

Tevgera Şêx Seîd, tevgera parastina heq û azadîyên Kurda ye.

Gelê Kurd wê meşalaya ku sala 1925’an pêxistibu, hê jî, ne vemirandîye.

Gelê Kurd dixwaze ku gora babîrên xwe ziyaret bike. Ew gorên mezinên kurda ku ji alîyê rejimê ve hatine veşartin bila derkevin holê.

Serokê tevgera milî ya 1925-an Şêx Seîd efendî û hevalên wî; şehîdên doza azadîya Kurdistanê ne.

Şêx Seîd di tekoşîna azadîya gelê Kurd de dijî û wê, her tim bijî. 29.06.2021

LATİF EPÖZDEMİR
SEROKÊ GİŞTÎYÊ PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

Print