2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Bİ YADA RAYEDARÊ KURD AV. FAİQ BUCAK
2021-07-05 23:31


İro salyada 55’an a şehadeta sazumankar û serokê yekemê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkîyê (PDK-T), (KDP-T) Faik Bucaq e.

Wekî li bîr e, Faiq Bucaq roja 04’ê Tırmeha sala 1966 an, lı Rûha yê navçeyê Karaköpru, bı deste xêrnexwazan hatibu birindarkirin. Faiq Bucak bîst saetan birîndar li cî mabû paşî pê hisîyan û avêtibun nexweşxanê. Mixabin ku sazumankar û rayedarê Kurd ji sedem vekêşana xwînê roja 5’ê Tîrmehé jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên Kurd û Kurdistanê bu.

Bîrewer û rayedarê Kurd Faiq Bucaq di sala 1919 an de li bakuré Kurdistanê, li Rûha yé, qezaya Gresor (Sêwereg) nehîya Bucaq, gundê Hedro hatiye dinyayê. Nemir Bucak, dibıstana seretayî lı Grésor diqedîne. Dibistana navin li Rıhayé û li Diyarbekir û Meleti dixwînê.

Faiq Bucaq dı dema zarokatiye xwe da perwerdeya xwe ya netewi jı diya xwe gırtıbu. Faiq Bucak, di sala 1941’an de, dest bi xwendina hiqûqê dike û diçe zaningehê. Di dema xwendina zanîngehê de Bucak li gel hevalên xwe, M. Remzi Bucak, Dr.Yusuf Azizoğlu, Musa Anter û Ziya Şerefhanoğlu “Dicle Talebe Yurdu” dadmezrînin. Di heman demê de ew gûrûb bihevre bi navê “Civaka Parastina Kurd” komelek saz dikin. Bucak, xwendina bilind di sala 1947’an de xelas dike.

Faîq Bucak di navbera salên 1947 û 1950 de lı Enteqye staja xwe ya danêrîyê (hakimiyé ) temam dike. Paşî ku dibe danêr yekem car di sala 1950’î yan de, tayînê Sêwazê qeza Guruné dibe. Sê salan jî li Gûrûn danerî dike û pişt re diçe Kozana Edenê.. Paşî dev ji danerîyê ber dide û di navbera salén ‪1956-1966 de, li Ruhayé dest bi parezerîyê dike.

Bucak yek ji nivîskar û rêveberên kovara “İleri Yurt” bu. Gelek maqaleyên sîyasî û edebî nivisand, gelek helbestên wîyên welatperwerî henin ku ji wan, “Gazin Ji Xwedê” û “Sonda Mirinê” yên here giring in.

Îro 55 salîya şehadeta rayedar û bîrewer, sazûmankar û zimanzan û helbestvanê Kurd Faîq Bucak e. Bi vê boneye em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, wî birêz û gramî yad dikin, spasdarî û minetdarîya xwe peşkêş dikin bi sedema xebat û xizmetên nemir Faîq Bucak.

Faîq Bucak nayê jibîr kirin.

Piştî 55 salan careke din bila serê malbatê û dost û heval û hogir û hevkar û hezkiryan sax be. Bila serê miletê Kurd sax be.

Rûhşad be û di nav nûr û ronahîyêde razê. 05.07.2021

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Print