|
MUSA BABEXANÎ HAT ŞEHÎD KIRIN |
2021-08-08 17:31 |
|
Pêşmergeyê mêrxas Musa Babexanî jî alîyê sîxwir û casûsên terorîstên rejima zordest a Îranê ve li Hewlêr, bi aweyek bêfesal kete dafika terorîstên rejima îranê û sed mixabin ku hate şehîd kirin.
Şehîd Musa Babexanî yek ji pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bu. Pêşmergeyê şehîd xelkê Kirmanşanê bu.
Musa Babexanî kadroyeke şareza û serwext bu. Ew demeke dîrêj bu ku di nav refên pêşmergeyên HDKÎ nê de cih girtibu.
Bê guman gelê Kurdistanê ewladeke xweyê pir hêja wenda kir.
Bimre rejima zordest a Îranê.
Bila serê miletê Kurd sax be.
Bila serê rêveber û endam û layengirên HDKÎ sax be.
Bila serê malbatê, hezkirîyan dost û heval û hevrê û hevkaran sax be.
Ruhşad be di nav nûr û ronahîyê de razê, mekan bihûşt be.
Biji tekoşîna rizgarîya Kurdîstanê.
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYA HAK-PAR / PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN |
|
|
|