2021-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Zanyarê Kurd ê navdar Prof. Nadir Nadirov çû ser dilovanîya xwe
2021-08-24 22:36


Zanyarê Kurd ê navdar Prof. Nadir Nadirov çû ser dilovanîya xwe

Wefata Nadirov li Kurdistanê û derveyî welat gelekî deng veda û di nav kurdan de xemgînîyeke mezin peyda kir.
Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serî de gelek kes û saziyan ji malbata Nadir Nadirov re nameyên sersaxiyê şandin.

Nadir Nadirov di sala 1932 -an de li Nexşîwana Azerbaycanê ji dayik bû. Piştî salekê malbata wî sirgûnî Kazakistanê dikin. Ew li wir di bin şert û mercên dijwar de dixwîne. Piştre dikeve beşa Kîmya û Biyolojî ya Enstîtuya Pedagojiyê ya Dewletê ya Gogol. Piştî kutakirina xwendinê demekê karê mamostetiyê dike.
Nadirov di sala 1956 de, dikevet Enstîtuya Lenîn li Moskowayê û bawernameya master werdigre. Nadirov di sala 1967 -an de bi doktoraya kîmyayê xwendina xwe domand. Di sala 1970 -an de navê profesoriyê wergirt. Di sala 1983 -an de bi wergirtina pêleya akademîk navê xwe bêtir da bihîstin.
Nadirov, endamê Akademiya Zanistî ya Navneteweyî, serokê Akademiya Kîmyayê ya Kazakistanê bû. Di heman demê de edîtoriya kovara petrol û gazê jî dikir. Ji ber zanyariya xwe ya bilind bi navê ’’Mareşalê Kimya-petrolê’’ hat naskirin. Di sala 2010-an de bû şêwirmendê serokkomarê Kazakistanê.

Nadîr Nadirov kurdekî dilsoz ê doza azadî û serbestiya Kurdistanê bû. Di warê diplomasiyêde û di xebatên xwe organîzekirina kurdên dîasporê da xwedî raman û kedeke mezin bû.

Serê gelê Kurd sax be!
Print