2021-11-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Jİ BO ZAROKÊN KURD, SÊ PIRTÛKÊN Bİ RENG
2021-10-16 19:52
Nivîskara Kurd Macide Polat Çamlibel, ku bi salan li Elmanyayê mamostatîya zimanê Tirkî û Kurdî kirîye, sê pirtûkên nû amade kirîye.

Her sê pirtûk jî, li Îzmîrê, ji alîyê Weşanxana KÎL di nav beşa zarokan da ҫap bûye.

Hunermendên hêja Arif Sevînҫ, bi awayekî rengîn wêneyên pirtûkan ҫêkirîye.

Her sê pirtûk jî, bi awayeki pedagojîk û ji bo têgîhiştina zarokan her weha ji bo dê û bavan jî, bi zimanek zelal, bi zimaneke sade hatîye amade kirin.

Pirtûka “RINDO WÊREK BÛ“, ji 15 rûpelan pêk hatîye û babet, peywendîyên ajel û însanan dide xuyakirin.

ISBN: 978-605-74711-4-7

Pirtûka “HIRÇ Û MIŞK“ 15 rûpel e û peywendîyên ajelan bi hevra radixe li ber çavan.

ISBN: 978-605-74711-3-0

Di pirtûka “ROJBÛNA AZAD“ da jî, piroz kirina roja dayikbûnê, amadekirina wî û hesta hezkirina ajelan, cîh digre. Ev pirtûk, 15 rûpel e.

ISBN: 978-605-74711-3-0

Her sê pirtûk jî, bi naverok dagirtî ne û bi wêneyên reng rengin hatine xemilandin.

Her sê pirtûk jî, ji alîye Unal Yardimci ji bo çapê hatine amadekirin.

Daxwazkirina pirtûkan:

Li welat:
Weşanên Kîl
e-mail: nayayinlari@gmail.com
tel.: 0535 591 58 20

Derveyî welat:
vazgal.bazidi@hotmail.de
tel.: 0049 159 06831624

Print