2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA PARLEMENTOYA KURDISTANÊ KIR
2022-01-10 19:55


Îro roja Yekşemê, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Giştî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Pêwendiyên Derve), Paşa Akdogan (Cîgirê Serokê Giştî), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kuş (Endam), Ebdullah Oflas (Endam) û Mihemed Oflas (Endam) serdana Parlementoya Kurdistanê kir.

Piştî gera di nav parlementoyê de, Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî pêşwaziya şandeya HAK-PARê kir û agahî li ser kar û xebatên Parlementoya Kurdistanê dan û qala temsîliyeta pêkhateyên etnîkî û olî kir ku dikarin bêyî ku beşdarî hilbijartinê bibin endamên xwe bişînin parlementoyê. Di aliyekî din de bal kişande ser kotaya jinan ya jor sedî 30yan û şiyana PDKê ya tevlî ku dikare tenê bibe îktîdar jî lê her carê ji bo ku her kes di nav hikûmetê de cih bigire avakirina koalîsyonê.

Serokê Giştî Letîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.

HAK-PARê teqezî li ser parastin û xwedî lê derketina statuya Herêma Kurdistanê kir.

Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala rewşa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, mixabin Kurdan heta niha dengên xwe nedane xwe. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîşaneke neteweyî de kom bike.

Cîgirê Seroka Parlementoyê Hêmin Hewramî ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.

NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN/ HAK-PAR
Print