2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Xebateke nû ya Haluk Agrîn: HELBEST ji bo zarokan derket
2022-01-15 18:34


Haluk Agrîn (paşnavê berê Öztürk) îro xebateke nû pêşkêşî wêjeya kurdî ya ji bo zarokan kir. Pirtûka wî ya nû ‘’HELBEST ji bo zarokan’’ li Stokholmê di nav Weşanên APECê de derket.

Haluk Agrîn (berê bi paşnavê Öztürk), di nav 35 salên derbasbûyî de wek xebatkarekî çand û zimanê kurdî xwediyê xizmeteke hêja ye. Ev ‘’Helbest ji bo zarokan’’ pirtuka wî ya pêşîn e ku bi paşnavê ‘’Agrîn’’ hatiye weşandin. Ji destpêka avakirina malpera ‘’Dengê Kurdistan’’ heta niha ew endamê redaksiyona malperê ye. Em li ser navê malpera Dengê Kurdistan (www.dengekurdistan.nu) him berhema wî ya nû û him jî paşnavê wî yê nû pîroz dikin.

DANASÎNA PIRTÛKA NÛ

Weşanger birêz Ali Çiftçtçî, pirtûka nû weha dide nasandin:

Helbest ji bo zarokan, xebata Haluk Agrîn, bi paşnavê xwe yê berê Öztürk ya ji bo zarokan e.

Em li vir dixwazin li ser navê weşanxaneya APECê birêz Haluk pîroz bikin ku ev kitêba wî ya nu ye ku bi paşnava xwe ya kurdî vê berhema xwe diweşîne.

Helbest bi rîtm, qafiye û dengên kilama hatine nivisîn.

Peyvên di helbestê da pirî caran bi rîtmîk hatine rêzkirin, ango dengên peyvan bi rêkûpêk hatine tehsîskirin ku zarok bikaribin bi dengên kilamkî bixwînin.

Naveroka helbestan bi derûdora dunyaya zarokan ve girêdayîne ji bo ku zarok û ciwan dema van helbestan bixwînin ê bi hestên xwe ve girêbidin.

Helbest kurt in û bi zimanekî hêsan hatine nivisîn.

Ew helbest bi taybetî bo zarokên ku diçin dersa zimanê dê bi kurmancî dibînin berhemeka rind e.

Helbest bi wêneyên rengîn û bi formata 22 x 22 cm hatîye weşandin.

Apec Förlag
ISBN: 978-91-88333-88-9


Print