|
DOMBAS Û CUDAXWAZÎ |
2022-02-22 13:13 |
|

Kemal Burkay
Serokê Rusya Putin du herêmên nav sînorê Ukrayîna, Dombas û Luhansk wek herêmên serbixwe nişan da û naskir.
Ev herdu herêm jî, piraniya xelkê xwe bi zmanê Rusî qise dikin û ji zû va dixwazin xwedî statûyeke taybet bin. Lê dewleta Ukrayîna ji wan ra ne mafê federal ne jî otonom nas nekir. Ji ber vê yekê di navbera xelkên van herêman û dewleta Ukrayina da serêşî û şer çêbû, Rusya jî tekile vê pirse bû, Her usa Amêrika û bi awayekî gişti NATO jî li gel Ukrayîna têkilî vê pirsê bûn û ev pirs gelek germ û mezin bû.
Nuha Putin ev herdu herem (Dombas û Luhansk) wek heremên serbixwe naskir. Bona vê yeke Amêrika û dewletên Ewrûpa Xerbî gelek aciz bûn. Her usa jî berbirsên Turkiyê…
Nuha berdevik û gelek şirovekarên Tirk dibêjin: “Ev tişt nabe. Ev cudaxwazî ye! Kirina Rusya dijî hiqûqa navnetewi ye û divê sînorên dewletan neguhurin!”
Belê merivên me ji cudaxwazan pir acız in û sinorên dewletan jî bo wan pîroz in…
Lê eger wan dewletan dest danîne ser erda xelkên dine, eger milletên dinê hêsîr kirine?..
Ma ev heq e, gor huqûqa navnetewî ye?..
Lê mixabin dinyayeke usa bê adilana ye.
Vêcar li himber wan ne xelkekî bê pişt wek Kurdan, lê Pûtin heye.
Ka gotineke Tirkî heye: “Dînsizin hakkından imansız gelir! (Di heqê bê din da, kesê bê îman tê!)”
De kerem kin, ha hûn ha Pûtîn!...
22 Şubat 2022
|
|
|
|