|
Komcivîna HAK- PARê ya 9-a çêbû |
2022-05-15 23:30 |
|
Partiya Maf û Azadiyan- HAK-PARê Komcivîna xwe ya 9a ya giştî li Anqerê çêkir. Civînê bi rawestina rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Serokê dewra çûyî Latif Epözdemîr axaftinek pêşkêşkir.
Nûnerên partiyê ku ji gelek bajar û deverên cuda di salona Mîmar û Muhendizan a Anqerê civîyan, mecliseke nû û serokekî nû hilbijartin. Di civînê serokê HAK-PARê yê berê birêz Kemal Burkay û gelek mêvanên ji partî û saziyên cuda jî beşdar bûn.
Düzgün Kaplan wek serokê nû hat hilbijartin. Meclisa partiyê di yek lîsteyeke hevbeş da bi piraniya dengan hat hilbijartin.
Salona komcivînê wek her car bi portreyên pêşengên kurdan wek Qazî Muhemed, Mele Mustefa Barzanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza hatibûn xemilandin.
Komcivîna 9a bi serfirazî gihîşt encamê.
|
|
|
|