2023-10-04
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Pirtûka ’’PEYVÊN ME- Hêşînayî û Heywan’’ ya Haluk Agrîn ji nûve derket!
2022-05-18 21:07


Pirtûka ’’Peyvên me- Hêşînayî û Heywan’’ ya ku cara pêşîn di sala 1994an da, di nav Weşanên Roja Nû da derketibû, van rojan ji alîyê Weşanxana APECê ji nûve hat çapkirin. Çapa nû seranser rengîn e û bi gelek wêneyên ciwan yên hunermenda grafîkê a kurd Ruken Resulpor xanê ve hatiye xemilandin.

Çawa ku ji sernivîsa pirtûkê jî dîyar dibe, tema ’’Peyvên Me’’ hêşînayî û heywan in. Armanca bingehîn a vê pirtûkê, hînkirina peyvên li ser hêşînayî û heywanan û tiştên li derûdorê wan e. Di wê da him nivîsên fakta û him jî yên çandî wek çîrok û helbest di nav hev da cî girtine.

Di hînkirina ziman (kurmancî) de, ev xebat dikare sûd û alîkariyeke baş bide mamosteyên zimanê kurdî û herwisa dê û bavên kurmancîaxêv. Em hêvîdar in ku ev pirtûk bi alîkariya van kesan û hemû hezkirîyên zimanê me yên din ve jî bête belavkirin û xwendin. Ji kerema xwe ra anonsê belav bikin, bila dostên zimanê kurdî agadar bin, belkî bixwazin wê peyda bikin…

Hûn dikarin li ser malpera apecpublishing.com bixwazin.
Apec Förlag
ISBN: 978-91-88333-91-9
Print