2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Meclisa Partiya HAK-PAR'ê: Welatparêzno, ji bo daxwazên gelê me yên neteweyî û demokratîk destê xwe bidin hev!
2023-01-10 14:20


Meclisa Partiyê ya HAK-PARê di 7/8ê Çileya 2023an de li Navenda Giştî ya Enqereyê civiya û mijarên di rojeva xwe de nirxandin û biryar da ku daxuyaniya jêrîn bi raya giştî re parve bike:

Çapemenî û Raya Giştî re:

Tirkiyeya ku di nava krîzeke giran a aborî û siyasî de ye, hilbijartinên ku di sala 2023"an de bên kirin, di atmosfereke gelekî polarîzekirî de pêşwazî dike.

Bloka deshilatê her ku diçe zêdetir dikeve nav avzêla ku ji aliyê polîtîkayên mîlîtarîst, nîjadperest û şovenîst ve çêbûye, li hemberî cîranên xwe, hevalbendên navneteweyî û herêmî û heta bi civaka xwe re dikeve nav dijayetiyê, qadên azadiyê teng dike û ji edalet û hiqûqê dûr dikeve.

Bloka muxalefetê ya bi navê Tifaqa Netewî ti projeyek ku civakê qanî bike û ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî hêviyê çêbike, dernexistiye pêş.

Her çend hin daxuyaniyên erênî yên Serokê Giştî yê DEVA Partî Alî Babacan ku beşek ji bloka opozîsyonê ye, derbarî guhertina pênaseya hemwelatîbûnê û dayîna mafê zimanê kurdî di destûrê de, ji alîyê Bloka Netewî de ti bersiveke erênî wernegirtiye, û tenê wek "dengekî xweş" li hewa maye jî, lê li gor nêrîna HAK-PARê divê nêzîkatiyên bi vî rengî yên erênî bên teşwîqkirin û diyar dike ku ew ê bibe şopînerê van helwestan.

Weke ku tê zanîn hem Tifaqa Gel û hem jî Tifaqa Netewî tenê ji bo desthilatdariyê û nîmetên wê têdikoşin, di siyasetên antî-kurd de berebezînê dikin û hewl didin ku dengên derdorên piranî neteweperest û kevneperestan bi dest xînin.

Ew wek hercar vê carê jî hêvî dikin ku Kurd, Elewî û komên din ên mexdûr dev ji daxwazên xwe berdin, ji bo xatirê wan fedakariyê bikin, tenê ji bo ku ew desthilatdariyê bi dest xînin û bigihîjin armancên xwe.

Bi destê hin saziyên ku wan di aşxaneyên xwe de bi hezar û yek hîleyan ava kirine, rê li ber Kurdan digrin û nahêlin ew ji bo daxwazên xwe yên netewî yên demokratîk polîtîkayan bimeşînin.

Weke di her pêvajoya hilbijartinê de, divê ev lîstik, ev xefika ku îro tê kirin, bête şikandin.

Pêvajoya hilbijartinên pêş me jî wê bibe pêvajoyeke girîng, lewra pêwîst e kurdên ku ji bo desthilatdariya van blokên antî-kurd dixebitin û yên ku têkoşîna gelê kurd a demokrasî û azadiyê û daxwazên rewa yên gelê kurd esas digirin, bi awayekî zelal ji hev bên cudakirin. Divê kurdên welatparêz ji xwe re siyasetê bikin ango berjewendiyên netewî û civakî û bi destê zarokên xwe nûnertiya xwe misoger bikin.

Li gor nêrîna HAK-PARê welatparêzên Kurd îro bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne.

Divê ew ji blokên antî-kurd dûr bisekinin, mil bi mil, gav bi gav lîstika wan xera bikin, rojeva xwe bi xwe biafirînin û li ser bingeha têkoşîna aştiyane û demokratîk siyasetê bikin, nûnertiya xwe ava bikin.

HAK-PAR wê ji Tifaqa Gel a bi pêşengiya AKP/MHP’ê, ji Tifaqa Netewî a bi pêşengiya CHP/Îyî Partiyê û ji bloka bi pêşengiya HDP’ê dûr bisekine.

HAK-PAR ku şert û mercên qanûnî yên ji bo beşdarbûna hilbijartinan ji nû ve bi dest xistiye, vê destkeftiyê wek qezenca hemû welatparêzên Kurd dihesibîne û dixwaze bi hemû partî, kom, înîsîyatîv û kadroyên dilpak ên welatparêz re li ser bingehê têkoşîna aştiyane û demokratîk û daxwazên gelê kurd bicive.

HAK-PAR, dê hewl bide ku siyasetke hilbijartinê ya li ser bingehê meşrû û hevbeş bimeşîne da ku gav bi gav mekanîzma nûnertiya netewî ya bi hêz, bi biryar û rasteqîn were avakirin.

Hemû welatparêz ji bo daxwazên netewî û demokratîk ên gelê me destê xwe bidin hev!

7/8 Çile 2023

MECLÎSA PARTIYA HAK-PARÊ
Print