2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
ERDHÊJA GİRAN Lİ WELAT
2023-02-07 17:21



6ê Sibatê li bajarê Meraşê, mintiqa Pazarcix û Elbîstanê bi dû hev du erdhêjên giran çêbûn. Dereca yekê 7,7, ya dine jî 7,6 bû. Ji ber van erdhêjan li Meraşê û 9 bajarên der û dorê (Meletye, Semsûr, Dîlok, Kilîs, Ruha, Amed, Edene, Osmaniye û Antakiya), her usa jî li Rojava (Efrîn, Idlîp û hêla Helebê) bi hezaran mal ruxiyan, bi hezaran kes jiyana xwe winda kirin û bi dehhezaran jî birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndaran mixabin roj bi roj zêde dibe.

Li van bajaran dora 13 milyon kes ji erdhêjê zirarên mezin dîtin; lê bi rastî temamiya xelkê welat êşiya.

Yên ku sax man jî piranî di zuqaqan da, di bin berf û barana, sermaya sibatê da birçî û bêçare mane.

Ev rewşa hanê ji duh vir da dil û cegera me hemûyan dişewitîne, ku ne li herêma erdhêjê ne.

Ev felaketeke gelek mezin e ku xelk û welatê me rû bi rû maye.
.
Ez ji hemû insanê me ra dibêjim: derbazî be. Yên ku xelkên malê û dost û hevalên xwe winda kirine ji wan ra sebir dixwazim. Bila serê wan sax be. Bila herçî birîndar rojkî berê şifa bibînin.

Em wek Wakfa Riya Azadî, çiqa ji dest me bê, hewl bidin ku alîkariya kesên muhtac bikin. Endam û dostên wakfê, heval û hogir ku dixwazin alîkarî bikin, bila bi me ra pêvendî daynin.

Kemal Burkay
Serokê Wakfa Riya Azadî
Print